Bajarê pir-etnîkî û endustriyê Tûzlayê ya li Bosna-Hersekê xwedî kevneşopiyeke dirêj ê têkoşîna karkeran e: di ketina bajêr de abîdeyeke pir mezin ku karkerekî madenê yê ku çekekî di dest de ye temsîl dike ya ku serhildana çekdarî ya karkerên madenan ya di 1920’an de li dijî koletîya endustriyê şer kirin, heye. Navê vê abîdeyê Husinska buna ye.
Di bin sîstema sosyalîst a Yûgoslavyaya Tîto’de dewlet dest danî ser febrîqeyên wê û di deh salên dawî de amûrên endustriyê di pêvajoya arizîkirinê (taybetkirinê) ku bû sebeba îflaskirina wan û di encam de piraniya karkeran ji kar hatin derxistin re derbas bûn. Febrîqeya deterjanê DITA mînakeke sembol e: Beriya şer 1,400 kes di febrîqeyê de dixebitîn. Piştî arizîkirina di 2007’an de hîsedarê wê yê mezin –bi krediyên bankeyan pir deyndar bû- dayina fonên malnişînê û sîgortaya tenduristiyê ya ji bo karkeran sekinand. Piştî girtina şîrketa wan, di Kanûna 2012’an de karkerên DITA’yê li derveyê febrîqeyê şev û roj dest bi nobeta grevê kirin. Mixabin wan nekarîbû bi xwediyê febrîqeyê gav bidana avêtin.
Lê di 5’ê Sibata 2014’an de karkerên DITA’yê bi hev re tevlî hevalên wan ên ji febrîqeyên bajêr ên vê dawiyê hatibûn arizîkirinê, ji bo tenduristî û dayina fonên malnişîniyê û herwiha ji bo pereyên wan ên 50 meh di hundir de mabûn bê dayîn derketin kolanan. Di protestoyên ku ji aliyê sendîkayên lokal ve rêberiya wan dihat kirin de xwendekar û welatiyên Tûzlayê tevlî karkeran bûn. Protestovanên ku bi şîdet ji aliyê polîsan ve hatin paş de hatin dafdan dest bi avêtina hêkên û keviran ber bi dîwarê avahiya hikumetê kirin. Polîs jî hewl dan ku ewlehiya deriyên avahiya kantonê ku bûbû hedefa protestovanan, pêk bînin û bi gaza çavsoj û fîşekên plastîk êrîşî karkeran kirin.
Bajêr bi tevahî hat blokekirin û avahiyên kantonê û dadgehê hatin şewitandin. Ji ber ku karker dawî li çalakiya xwe nanîn, bêaramî du roj dom kir. Di nava çend rojan de meşên ji bo piştgiriya bi karkerên Tûzlayê re li seranserê Bosna-Hersekê hatin birêxistinkirin. Wekî bandora domînoyê, li seranserê welat hêrs derket lûtkeyê û avahiyên hikumetê yên Mostar, Sarajevo û Zenicayê hatin şewitandin. Bêaramiya mezin a di nava komên civakî de ku ji ber polîtîkayên hikumetê derket holê, li ser piranî karkerên ku ji aliyê febrîqeyên ku di pêvajoya arizîkirinê re derbas bûn lê di heman demê de li ser xwendekar, malnişîn û kesên din ên di bin tesîra vê pêvajoyê de mabûn bandoreke neyênî kir û di encama vê de bi deh hezaran kes tevlî gerîlayê bajêr bûn.
Piştî bûyerên şîdetê, gelê Bosna-Hersekê hêrsa xwe ya kolektîf di dawiyê de ber bi tecrûbeyeke damezrîner ve guherand: meclîsên demokratîk ên bi navê plenum ku li 20 bajarên Bosnayê hatin damezrandin. Gelê li seranserê welat bi tecrûbeya xwe ya ku modela ji aliyê xwendekarên ku di 2009’an de zanîngehên Zagrep û Belgradê dagir kiribûn lê heman demê de modela di heman salê de li Tûzlaye derketibû holê û tev bi hev re bi awayekî qismî dişibiya tecrûbeya yûgoslav a xwe-rêvebirinê dişopand, di meclîsên bê lîder ku li ser konsensûsê biryarê didin ên ku hemû endamên wê xwedî dengekê ne û ti kes ti kesî temsîl nake de hatin cem hev.
Karkerên ku bi taybetî di plenuma Tûzlayê de aktîf bûn, wekî kes lê ne wekî nûnerên sendîka û febrîqeyên xwe cî girtin. Wan bi Plenumê re, bi armanca ku nîşanî welat bidin ku hîn têkoşîna wan bi dawî nebûye biryara lidarxistina protestoyekê ya di 1’ê Gulanê de girtin. Di vê dema ku siyaetmedar hewl didin ku rewşa aboriyê ya ber bi xerabûnê ve diçe bi riya lîstina qerta etnîk veşêrin, karkerên Tûzlayê tevgereke li seranserê welat belavbûyî dan destpêkirin û bi qêrin gotin ku hêrs û birçîbûn cûdahiyên etnîk nasnakin.
—————–
Vê gotara ku ji aliyê Chiara Milan ve hatiye nivîsandin di 1’ê Gulanê de di Roarmag.orgê de hatiye weşandin. Gotar ji îngilîzî hatiye wergerandin.