Astengiya neteweperestiya kurd a li başûrê Kurdistana Rojhilat

 

 

Kurdên li Kirmaşanê ku ji kelhuri û heta hewramiyên li bakur û feyliyên li başûr pêk tên, komeke tevlîhev in. Lê bajarê Kirmaşana niha (Kermanşah) hem ji aliyê polîtîk û hem jî ji aliyê leşkerî ve di bin tesîra mezin a Îranê de ye. Besîcên xwedî beraqe û navendên leşkerî, li bajêr xwedî hebûneke xurt in. Ev, hem amûrê meşandina zextan li ser nifûsa Kirmaşanê ye û hem jî wekî amûra gef xwarinê ye. Di heman demê de amûrê polîtîk ku şiîtî ye û bi baweriya ku neteweperestiya etnîk li hemberê rûmetên îslamê ne ku hikumeta Îranê ji berê ve hewld dide bi kar bîne, heye. Dema em li ber çavan digirin ku kurdên feylî wekî ku ew hatine dersînorkirin û koçberên ku wekî welatiyên ji sinifa duyemîn ên ji Iraqê hatibin dibîne û welatîbûna wan a îranî înkar dike, – Feylî bi awayekî îronîk li herêmên Kirmaşan û Îlamê xwedî kokên eşîrî ne- ev di heman demê de dibe sebaba pêkhatina cot-standardiya pir mezin a hikumeta îranî.

Niha van rastiyan, min tîne niqteya ku min dest bi mijarê kir ku Kirmaşan ne tenê bajarekî ye lê wekî parêzgehekê kilît a ewlehiya neteweperestiya kurd a li Kurdistana Rojhilat e (Kurdistana Îranê), ji ber ku bajar xwediyê nifûsa herî mezin a li seranserê Kurdistana Rojhilat e. Nifûsa ku 1,5 milyon e, ji hewramî, feylî û kelhûriyan pêk tê. Ne hewceya ku hûn guh bidin min; hûn dikarin li hewldanên hikumeta îranî yên ji bo pêkanîna tesîrê li ser kurdên Kirmaşanê dike da ku di nava çarçoveya polîtîk a îranî de bimînin û tevlî rêxistinên polîtîk ên neteweperest ên “mixalif” ên wekî PJAK û PDKI nebin, binêrin. Li Kirmaşanê teqez pêvajoyeke fariskirinê pêk tê; lê eşkereye ku hewldanên hikumeta îranî ya bi tevahî fariskirina parêzgeh û bajar bi ser neketiye. Ji Kirmaşanê hîn PJAK destekê digire û şervanan dibîne, lewma eşkereye ku digel ku faris hewld dane têkevin nava parçeyekî civaka kurd, neteweperestên kurd jî heman tiştî kirine. Niha ev min tîne niqteya min a duyemîn. Pêkanîna ewlehiya Kirmaşanê wekî parêzgehekî ji aliyê partiyên polîtîk ên neteweperest ên kurd ên wekî PDKI û PJAK’ê, bi armanca berfirehbûna xebatên li herêmên Îlam û Loristana Rojava wê ew bike deriyekî pîroz.

Sebeba vê yekê ev e ku ji aliyê cografî Îlam û Lorîstana Rojava, Kurdistana Başûr jî tê de, ne girêdayî aliyê mayî yên Kurdistanê ye. Lewma fariskirina Kirmaşanê ji bo mezinkirina xebatê li aliyên bêtir li başûrê Kurdistana Rojhilat, neteweperestiya kurd asteng dike û li ser rê dîwareke Berlînê yê metaforî ku pir mezin e, lê dike. Ev yek ji sebeba ku çima neteweperestiya kurd li Îlam û Lorîstana Rojava heta niha nehatiye dîtin e, ji ber ku girseyên kurdên li van herêman piranî mirovên gundewar in û navendên bajar ji bo nîqaşa polîtîk bingehekê pêk naynin. Bi rastî, van navendan di hin mînakan de ango di warê çavdêriya hikumeta îranî ya çalakiyên polîtîk ên kurd de, astengiyek pêk tînin. Lewma, ji ber sekna xwe ya apolîtîk û kêmasiya perwerdeyê, kurdên li Îlam û Lorîstana Rojava di ware axaftinê de “li paş hatine hiştin.”

Ev yek min tîne ser du opsiyonên ku neteweperestên kurd/neteweperestiya kurd dikare û divê li ser bisekine. A yekemîn, tevgerên neteweperest ên li Kurdistana Rojava çalakiyên xwe yên polîtîk li Kirmaşanê zêde û xurt dikin. Komên polîtîk ên wekî Komala, PDKI û PJAK ji bo vê armancê pêdiviyê bi xebata bi hev re û ya bi aheng dibînin. Ji ber ku Kirmaşan ne tenê parêzgeheke xwedî nifûseke mezin a kurd e lê astengiyekê ye ku nahêle neteweperestiya kurd li Îlam û Lorîstana Rojava xebatên xwe berfireh bike, ji ber ku fariskirina li vê parêzgehê, dibe ku serhildanên kurd ên pêşerojê asteng bike. Ev, min tîne ser opsiyona duyemîn. Komên neteweperest ên kurd û heta Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) dikarin eşîr û mirovên ku bi van eşîrên li parêzgehên Îlam û Lorîstana Rojava têkildar in, fînanse bikin. Bo nimûne, HHK dikare bi armanca belavkirina an teşwîqkirina hestên neteweperest ên kurd, mîqtarekî pere an hin amûran bide kurdên ji Bexdayê an kurdên li diyasporayê yên ku bi herêmên Îlam û Lorîstana Rojava re têkiliyên malbatî yan eşîrî hene (wekî kurdên feylî). Digel ku niha li herêmê xebata PJAK’ê ku desteka wê ya di nava nifûsa kurd a lokal de nayê înkarkirin heye, pêdiviya me bi dîtina sekneke bêtir aktîf heye.
—————
Gotara ji aliyê Huseyîn Feylî Munîr (Kurdeke feylî ye û ji aşîra Elî Şîrwan e) hatiye nivîsandin û 21.08.2013’an de di www.ekurd.net de bi îngilîzî hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …