Muzîkjenê mezin ê îranî Mohammed Reza Lotfî di temenê xwe yê 68’an de li Tehranê mir. Tê gotin ku mirina Lotfî di dîroka muzîka klasîk a faris de windabûneke mezin e û pir dijware ku ciyê Lotfî bê tijekirin.
Lotfî ku hosteyê tar û setarê bû, bi hevkariya vokalîstên navdar Mohammed Reza Şacaryan, Şahram Nazerî û çend muzîkjenên ji nifşa xwe muzîka faris ji nasnameya wê ya mîstîk û serayê rizgar kiribû û wê veguherandibû formeke hunerê ya civakî û populer.
Mohammed Reza Lotfî di 1947’an de li Gorganê hat dinyê. Lotfî di ciwaniya xwe de li Tehranê bi cî bû û ji mamosteyên Akademiya Muzîkê Alî Akbar Şahnazî û Hebîbulah Salehî dersên muzîkê wergirt. Wî tevlî maestroyên wekî Nûralî Borûmand, Abdolah Davamî û Saîd Hormozî perwerdeya xwe ya li akademiyê qedand û dest bi xebata muzîkê kir.
Kurtedemek paşê wî tevlî hosteyê mezin Huseyîn Alîzadeh û çend muzîkjenên din koma Şeyda ava kir. Bestekar Perwîz Meşkatyan ku santûrê lêdixist, ji bo damezrandina Orkestraya Arefê ya di 1977’an de beşdarê komê bû. Gelek lêkolîner difikirin ku van her du koman di muzîka fars de şoreşê pêk anîne.
Lotfî û hevalên wî paşê orkestraya bi navê Çavoş damezrandin û vê orkestrayê di salên 1970 û 1980’an de gelek berhemên ku hîn jî tên bibîr anîn, afirand. Vê komê bi besteyên xwe destekê da şoreşa Îranê û besteya bi navê “Şabnavard” bû semboleke şoreşê.
Di 1986’an de Lotfî Îranê terk kir û li Amerîkayê bi cî bû. Di encama koçkirina wî de hemû komên muzîkê yên bi rêberiya wî hatibûn damezrandin belavbûn. Wî di vê dema nû de li Asya, Ewropa û Amerîka Bakur gelek konseran li dar xist.
Lotfî piştî 20 salên li welateke biyan, di 2006’an de vegeriya Îranê û li wir Dibistana Muzîkê ya Mîrza Abdolah û şîrketa muzîkê ya bi navê Ava-ye Şeyda vekir. Wî di vê demê de ji bo damezrandina koma Şeydaya Jinan gelek muzîkjenên jin li hev kom kirin û li dijî qedexeya rejîma Îranê ya ji bo solo vokala jinan têkoşîn kir.
Çavkanî: Tehrantimes.com / Aljazeera.com