Kolombiya û ELN li ser hevdîtinên aştiyê li hev kirin

 

 

Hikumeta Kolombiyayê da xuyakirin ku pêvajoya hevdîtinan a di navbera hikumeta Kolombiyayê û ELN’ê de (Artêşa Rizgariya Neteweyî) dest pê kir. Bi destpêkirina pêvajoya hevdîtinan a bi vê rêxistinê re li Kolombiyayê rêxistinên çekdar ên li derveyê pêvajoya aştiyê neman.

Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santos di 10’ê Hezîranê de diyar kir ku pêvajoya hevdîtinan a ku bi ELN’ê re dest pê kir wê cidî û realîst û bi tesîr be. Santos got ku şert û mercên ji bo destpêkirina diyalogê wê ji yên ji bo hevdîtinên bi FARC’ê re hatine tespîtkirin cudatir nebin û pêvajoya bi van her du rêxistinan re hatiye destpêkirin wê ji bo welat û bidawîkirina pevçûnê garantiya herî baş be.

Hikumeta Kolombiyayê jî di derbarê vê pêvajoyê de daxuyaniyekê weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî têkilî û civînên ji 2013’an û vir ve dest pê kirin, her du alî di meha Çileya 2014’an de dest bi hevdîtinan kirine. Daxuyanî piştrast kir ku ji bo bidawîkirina şer û avakirina aştiya bi îstikrar û sexlem rojevekê û meşandina pêvajoyê hatiye plankirin. Herwiha daxuyanî ragihand ku wê di rojeva hevdîtinan de kesên ji ber şer hatine kuştin û beşdariya civakê ya ji bo pêvajoyê jî cî bigirin.

Li gorî nûçeyeke di Canal Capital a kolombiyayî de hat weşandin de hat diyarkirin ku wê ji ELN’ê di navbera 5 an 10 muzakeravan ku di nava wan de lîderên rêxistinê Ramiro Vargas, Pablo Beltran û Antonio Garcia jî cî digirin bi hikumeta Kolombiyayê re li dora maseyekê rûnên.

Koma Krîzê ya Navneteweyî (International Crisis Group) jî li ser pêdiviya meşandina aştiyê ya bi ELN’ê re di Sibata 2014’an de raporekê weşandibû. Komê di raporê de eşkere kiribû ku divê bi riya beşdariya ELN’ê ya ji bo pevajoya aştiyê ya li Kolombiyayê firsenda dîrokî ji dest neçe.

Çavkanî: Telesurtv.net

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …