Bûlgaristan di 1908an de ji serwerîya osmanîyan rizgar bû û bû serbixwe

Sofya ku bi sedan salan di bin desthilatîya Împaratorîya Osmanî de mabû, di sala 1878an de hat rizgarkirin û salek paşê bû paytexta Bûlgaristanê. Piştî vê pêvajoya dîrokî û avakirina mîrektîyeke di asta polîtîk de bi ser osmanîyan ve dihate hesibandin, Bûlgaristanê di 1908an de serxwebûna xwe ragihand.

Bûlgaristan berî ku di sala 1908an de serxwebûna xwe ya hiqûqî ragihîne, pêvajoyeke dirêj a têkoşînê derbas kir. Bajarê Sofyayê ku di sala 1382an de ji aliyê osmanîyan ve hatibû dagirkirin, zêdetirî 500 di bin desthilata osmanîyan de mabû û ji nasnameya xwe ya kevnare ya Balkanî hatibû dûrxistin.

Di dawîya sedsala 19em de, bi pêkhatina derfetên sîyasî û derketina Şerê Rûsya-Osmanî (1877-1878), artêşa Rûs bi 20,000 leşkerî ajot ser 15,000 leşkerên osmanî yên ku Sofya diparastin. Piştî têkçûna hêzên osmanî, bajar di destpêka sala 1878an de hate rizgarkirin. Tevî ku osmanîyan dixwest berî vekişînê bajêr bişewitînin jî, bi hewldana nûnerîyên dîplomatîk ev xetere hat astengkirin. Di 3yê adara 1878an de, bi Peymana San Stefanoyê damezrandina dewleta bûlgar hat pejirandin û di 3yê nîsana 1879an de Sofya bi awayekî fermî bû paytexta Bûlgaristanê. Tevî vê serfirazîyê jî, Bulgaristanê di asta polîtîk de girêdayî dewleta osmanî bû. Mîrê Bûlgaristanê neçar bû ku ji alîyê siltanê Osmanî ve bê pejirandin û bac bide osmanîyan.

Parêzgehên Bûlgaristanê (1901-1908). Nexşe: Пакко/ CC BY-SA 3.0

Ragihandina serxwebûnê

Tevî amadekarîyên navxweyî, al, destûr û sirûda xwe, Bûlgaristan li gorî mercên Kongreya Berlînê ya 1878an hîn jî di warê hiqûqî de wekî mîrektîyeke girêdayî Împaratorîya Osmanî dihate dîtin. Lê di havîna sala 1908an de, dema ku Serhildana Jonturkan (Tirkên Ciwan) tevlihevî di nava Împaratorîya Osmanî de çêkir, Mîr Ferdinand I û hukumeta Bûlgaristanê ya bi serokatiya Aleksandar Malinov ev derfet bi kar anîn.

Di 22yê îlona 1908an de (li gorî salnameya kevn 5ê çirîya pêşîn), li bajarê dîrokî yê Veliko Tarnovo di Dêra Çil Şehîdan de , Mîr Ferdinand manîfestoya serxwebûnê xwend. Bi vê deklarasyonê re Mîrektîya Bûlgaristanê bû Qralîyeta Serbixwe ya Bûl garistanê û Mîr Ferdinand bû “Çar” (qral).

Bi piştgirîya hêzên navneteweyî û rakirina deynên Osmanîyan ji aliyê Rûsyayê ve, di bihara sala 1909an de hemû dewletên mezin û navneteweyî serxwebûna Bûlgaristanê bi awayekî fermî nas kirin

——————————-

 Foto: General Gurko yê Artêşa Rûs Sofyayê ji osmanîyan rizgar kir.

Ev gotar cara ewil di jimara 53yemîn a e- kovara Kurdistanê de hatîye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Nexşe û ala Skotlandê

Skotland: Di navbera otonomîya asîmetrîk û serxwebûnê  de

📌 PROFÎL: NASNAMEYA WELÊT Nifûs: 5.550.000 (2024) Zimanên Fermî: Îngilîzî (96,8%), skotî (1,9%), galîkî (1,3%) …