Kurdistan_referendum_and_pro-Kurdistan_independence

9 sal piştî referandûmê: Ji mafê self-determînasyonê ber bi realpolîtîka herêmî ve

Tevî hemû zextên sîyasî, leşkerî û aborî, 92.73% dengên ‘Erê’ di hişê gel de wekî îradeya serxwebûnê cî girt. 9 sal piştî referandûmê pirsa sereke ev e: Ev îradeya dîrokî çawa dikare veguhere stratejîyeke hevpar a neteweyî?”

Referandûma 25ê îlona 2017an a başûrê Kurdistanê ji dengdanek normal zêdetir, xwenîşandana îradeya gelê kurd a ji bo serxwebûnê bû. Di roja dengdanê de zêdetirî 3.3 mîlyon welatî çûn ser sindoqan (72.16% yê hilbijêran). Ji wan 92.73% dengê «Erê» dan serxwebûnê. Ev rêjeya bilind belgeya îradeya sîyasî û neteweyî ya gelê kurd e ku di dîroka têkoşîna ji bo serwerîyê de wê cîyê xwe bigire.

Pêvajoya referandûmê di şertên gelekî dijwar de pêk hat. Pêşmerge li enîyê xeteke ji hezar kîlomêtroyî li hemberî DAIŞê diparast. Zêdetirî mîlyonek penaber û koçber li herêmê hatibûn bicihkirin. Ji sala 2014an ve Bexdayê para Başûr a di budçeya Iraqê de birîbû û krîzeke giran a aborîyê serdest bû. Di nava van mercan de biryara referandûmê wekî bertekeke siyasî dihat nirxandin. Hikumeta herêmî berî ku şertên siyasî û leşkerî hîn xirabtir bibin, dixwest îradeya gel di asteke navneteweyî de nîşan bide û bike. Referandûm ne tenê li çar parêzgehên Herêma Federal a Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebçe) lê li deverên wekî Kerkûk, Şengal û Xaneqînê ku di navbera Iraq û Kurdistanê de mijara nîqaşan bûn jî hat lidarxistin.

Bertekên hêzên herêmî û navneteweyî

Di 16ê çirîya pêşîn a 2017an de, hevsengîya sîyasî û leşkerî ya li herêmê bi tevahî guherî. Artêşa Iraqê û hêza paramîlîter Heşdî Şebî operasyoneke berfireh li dijî Kerkûk û herêmên derdorê dan destpêkirin. Di demeke kurt de kontrola Kerkûk, Xaneqîn, Şengal û gelek deverên din ji destê Pêşmerge derket. Encam giran bû: Herêma Kurdistanê nêzî %51ê wê axa ku beriya referandûmê di bin kontrola wê de bû, winda kir.

Çembera zextê ne tenê bi qada leşkerî ve bi sînor ma. Hevkarîya aborî û dîplomatîk jî bû hedefa Iraq Tirkîye, Îranê. Balafirxaneyên Hewlêr û Silêmanîyê ji ber girtina qada hewayî geştên esmanî dan sekinandin, derîyên sînorê hatin girtin û bazirganî derbeyeke mezin xwar. Ev zextên aborî û leşkerî qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê de kûr kir û Herêma Federal a Kurdistanê xiste nava dorpêçeke dijwar.

Tevî windahîya mezin a axê û şikestinên leşkerî, referandûma 2017an di qada hiqûqî û hafizaya neteweyî de wekî nîşana îradeya azad a gel tomar bû. Ev belgeya dîrokî îro jî ji bo siberoja sîyasî ya Başûr wekî xala referansê ya herî girîng li cîyê xwe maye.

📍

Vekişîna ji Kerkûkê

Kerkûk bi 600 hezar nifûsa xwe piştî Hewlêr û Silêmaniyê bajarê sêyem ê mezin ê başûrê Kurdistanê ye. Bajar bi xwedîbûna 15%yê rezervên petrola Iraqê, ji bo serxwebûn û serwerîya aborîyê ya Kurdistanê bingeheke stratejîk pêk dianî.

⚠️ Têkçûna leşkerî: Piştî referandûmê piştî ultîmatoma Bexdayê bi dawî bû, di 15-16ê çirîya pêşîn a 2017an de Heşdî Şebî ket Kerkûkê û bajar dagir kir.

💬 Nîqaşa li ser vekişînê: Vekişîna bilez a hêzên kurd bû sedema alozîyên sîyasî. Îdîayên peymana veşartî ya YNK û Bexdayê re ji alîyê YNKê ve hatin redkirin û hate dîyarkirin ku PDK jî ji hemû geşedanan agahdar bûye.

 Self-Determînasyon: hiqûq û realîteya herêmê

Di hiqûqa navneteweyî de prensîba self-determînasyonê (Peymana Helsinkiyê, Peymana Atlantîkê û gelek belgeyên din) destûrê dide ku gel dikarin statûya xwe ya sîyasî dîyar bikin. Lê di pratîkê de, dema ku ev maf bi rêya demokratîk tê bikaranîn, pir caran «îstiqrar» û «yekitîya dewletê» wekî bertek têne pêşkêşkirin.

Mînakên din (Skotland 2014, Katalonya 2017, Timorê Rojhilat 1999) nîşan didin ku rêya self-determînasyonê dirêj û dijwar e. Lê her carê ku gel dengê xwe dide, îradeyeke nû ya ji bo serwerîyê nîşan dide. Bi vê perspektîfê, referandûma 2017an a başûrê Kurdistanê jî îradeya gelê Başûr nîşanî cîhanê da û di dîrokê de tomar kir.

Îro têkilîyên Erbîl-Bexda, zextên herêmî û nakokîyên navxweyî hîn jî berdewam in. Lê belgeya 2017an wekî xala referansê ya daxwaza serwerîya gelê kurd di cîyê xwe de dimîne. Neh sal piştî referandûmê pirsa sereke ev e: Çawa ev îrade dikare ji belgeyeke dîrokî derbasî bingeha stratejîyeke hevpar a neteweyî bibe?

 Foto: Xwepêşandana ji bo serxwebûnê ya li Hewlêrê

Ev gotar cara ewil di jimara 53yemîn a e- kovara Kurdistanê de hatîye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Nexşe û ala Skotlandê

Skotland: Di navbera otonomîya asîmetrîk û serxwebûnê  de

📌 PROFÎL: NASNAMEYA WELÊT Nifûs: 5.550.000 (2024) Zimanên Fermî: Îngilîzî (96,8%), skotî (1,9%), galîkî (1,3%) …