Pirtûka “Ziman: Man û Neman“ hat weşandin

Pirtûka Samî Tan a li ser zimanê kurdî hat weşandin. Dîrok û taybetîyên zimanê kurdî, peyvsazî û xweşbêjîya zimanê kurdî û rewşa kurdî û têkoşîna ji bo kurdî beşên vê pirtûkê ne.

 

Pirtûka “Ziman: Man û Neman” ji alîyê Weşanên Sîdar ve hat weşandin. Pirtûk ji alîyê zimannasê kurd Samî Tan ve hatîye nivîsandin û ji çend gotarên wî yên li ser ziman pêk tê. Gotarên Tan di bin sê beşan de hatine komkirin: Dîrok û taybetîyên zimanê kurdî, peyvsazî û xweşbêjîya zimanê kurdî û rewşa kurdî û têkoşîna ji bo kurdî

Beşa yekem bi gotara dîroka zimanê kurdî dest pê dike û piştî nivîsa “Ewlîya Çelebî û Zimanê Kurdî,” bi gotareke din a ku bi pîvanên zanistî qala kurdî dike, bi dawî dibe. Beşa duyemîn ji gotarên li ser morfolojî û rewanbêjîya zimanê kurdî pêk tê. Beşa çarem de du gotarên li ser têkoşîna ji bo parastina ziman û siyaset û plansazîya ziman cî digirin.

Tevahîya naveroka pirtûkê wiha ye: 

Beşa yekem: Dîrok û taybetîyên zimanê kurdî  

  • Dîroka Zimanê Kurdî
  • Evlîya Çelebî û Zimanê Kurdî
  • Rengên bingehîn ên kurdî kîjan in?
  • Zimanê Kurdî Awêneya Civaka Kurd e

Beşa duyem: Peyvsazî û xweşbêjîya zimanê kurdî

  • Peyvsazîya Kurmancî bi Nimûneyên ji Ferhenga
  • Yusuf Ziyaeddîn Paşa (El-Hedîyye El-Hemîdîyye Fî’l-Luxat El-Kurdîyye)
  • Peyvsazîya Devokên Kurmancî di Pirtûka Mackenzie de
  • Peyvsazî di Wêjeya Klasîk a Kurmancî de
  • Di Folklora Kurdî de Qalib û Şayes
  • Lêhûrbûneke Biçûk li ser Devoka Semsûrê

Beşa sêyem: Rewşa kurdî û têkoşîna ji bo kurdî

  • Rewşa Zimanê Kurdî: Kurmancî
  • Di Çarçoveya Siyaset û Plansazîya Ziman

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî piştgiriya civakî mezin dibe

Bi hezaran kes îro tevlî meşa ku ji aliyê Kontseilua ve li Pamplonayê (Iruñea) hat …