Aktîvîst ji bo parastina ziman dibezin

Beza ji bo ziman çalakîya herî balkêş e ku di salên dawî de li li Ewrûpayê belav dibe. Vê çalakîya ku cara ewil li Welatê Baskê hat lidarxistin, niha li Katalonya û Bretonyayê jî tê lidarxistin.

Parastin û pêşketina zimanên hatine marjînalkirin karekî bingehîn ên aktîvîzma ziman e.

Aktîvîstên ziman ên li welatên Ewrûpayê ji bo vê mijarê çalakîyên cihêreng li dar dixin.

Beza ji bo ziman çalakîya herî balkêş e ku di salên dawî de li li Ewrûpayê belav dibe.

Çalakîya navborî cara ewil li Welatê Bask hat lidarxistin û paşê her sal bi rengekî perîyodîk hat domandin.

Baskî navê Korrika li vê çalakîyê dikin ku meha gulanê hema hema li her alîyê Welatê Baskê tê lidarxistin.

Niha hin parazvanên zimanên din jî vê çalakîyê wekî rêbazeke kêrhatî ji bo belavkirina hişmendîya parastina ziman bi kar tînin.

Running for Languages: Ji bo parastina ziman dibezin. /Poster: ELEN/X

Aktîvîstên katalanî çalakîyeke bi heman rengî ku navê Correlengua lê hatîye kirin li dar dixin.

Armanca vê aktîvîzmê nîşandana yekitîya zimanê katalanî ye û di çarçoveyê de li Katalonya, Valencia, Balear û li Iparraldeyê (bakurê Katalonyayê ku li bin kontrola Fransayê de ye) çalakî tên lidarxistin.

Welatekî din ku çalakîyeke bi vî rengî lê tê lidarxistin, Bretonya ye.

Aktîvîstên zimanê breton navê Ar Redadeg li vê beza ji bo ziman dikin.

Pereyên ji vê çalakîyê tên bi dest xistin ji bpo projeyên parastina ziman tên bikaranîn.

Sazî endamên ELENê ne

Hêjayî gotinê ye, hemû sazîyên ziman ku çalakîyên beza ji bo ziman lidardixin enamê Tora Wekhevîya Zimanan a Ewrûpayê (ELEN) ne.

ELEN rêxistineke sivîle ku di 2011an de hatîye damezrandin. 174 rêxistinên ku 50 zimanên li 25 welatên Ewrûpayê temsîl dikin, endamên ELENê ne.

Sazî ji bo parastin û vejîna zimanên hatine marjînalkirin ên Ewrûpayê xebatê dike.

Saziya ziman ligel xebatên xwe yên hişyarî û bilindkirina hişmendiya parastina zimanan, tevlî projeyên ziman ên Yekitiya Ewrûpayê dibe.

Foto: Çalakîya beza ji bo ziman (Correllengua) a li Mayorkayê/Obra Cultural Balear 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya ji bo koçberên kaçax plana efûyê derdixe

Îspanya ji bo 500 hezar koçberên kaçax efûyekê derdixe. Koçber wê bikaribin serî li mafê rûniştinê …