Kantona Aargauyê

Çavkanîyên nivîskî cara ewil di sala 763an de qala navê “Aargau”yê dikin. Bajarê Aarauyê navenda sereke bûye ku bingeha Mîrektîya Aargauyê pêk anîye. Bajar li dedora sala 1240an de ji alîyê Kontên Kyburg ve hatiye damezrandin û tevlî wan, Kontên Lenzburgê û yên Habsbûrgan li erdên bakurê Aargauyê bûne serdest. Herçî başûrê herêmê bûye ku wekî Aargauya Jor tê pênasekirin, di sedsala 14. de ketîye bin hukmê Bernê.

PROFÎL  

Nifûs: 741.175

Rûzemîn: 1403,80 km²

Paytext: Aarau

Zimanê fermî: Almanî

Tevlîbûna Swîsreyê: 1803

Aargau kantoneke li bakurê Swîsreyêye ku erdên wê piranî ji deştên di navbera rojhilatê Çiyayên Jura ye û Zurichê de ne pêk tê. Çemê Aarê ya diherike ser Çemê Renê navê xwe li kantonê kirîye. Li alîyê rojhilat Kantona Zurichê, li alîyê başûr kantonên Lucerne û Zug û li alîyê rojava kantonên Bern, Solothurn û Basel-Landschaft cîranên Aargauyê ne. Eyaleta Baden-Württemberg a Almanyayê cîranê bakur û kantonê ye. Çemê Renê sînorê dirêj ê bi Almanyayê re pêk tîne. Taybetîyeke Aargauyê ev e ku çemên sereke yên Swîsreyê Aar, Reus û Limmat di nava erdên kantonê de digihîjin hev û ji vir diherikin ser Renê.

Kurtedîrok

Çavkanîyên nivîskî cara ewil di sala 763an de qala navê “Aargau”yê dikin. Bajarê Aarauyê navenda sereke bûye ku bingeha Mîrektîya Aargauyê pêk anîye. Bajar li dedora sala 1240an de ji alîyê Kontên Kyburg ve hatiye damezrandin û tevlî wan, Kontên Lenzburgê û yên Habsbûrgan li erdên bakurê Aargauyê bûne serdest. Herçî başûrê herêmê bûye ku wekî Aargauya Jor tê pênasekirin, di sedsala 14. de ketîye bin hukmê Bernê. Paşê, Bernê gav bi gav hukmê xwe li herêmê zêde kirîye û di sala 1415an bi rêya dagirkirina Aargauyê dawî li hebûna Habsburgan anîye.

Bi destpêka dema Reformasyonê ya di 1528an de Aarau bûye navendeke civînên Konfederasyona Swîsreyê û di 1798an de ji bo çend mehan bûye paytexta Komara Helvetîk a ji alîyê fransîyan ve hatîye damezrandin. Di dema vê komara demkurt de Baden û Fricktal wekî du kantonên din li ser erdên Aargauyê yên îro hatine damezrandin. Kantona Aargauyê di sala 1803an de di nava Konfederasyona Swîsreyê de cîyê xwe girtîye û bûye xwedîyê sînorên xwe yên îro.

Piştî bidawîbûna serdestîya Fransayê ya di 1815an de, arîstokrasî li di nava sîyaseta kantonê de serdestîya xwe domandîye. Bi destûra bingehîn a sala 1831an mafên beşên din ên civakê hatine berfirehkirin û Aargau bûye yek ji kantonên lîberal ên Swîsreyê.

Ev jî bûye sebeb, gelek penaberên polîtîk ên ji ber zilma sîyasî terkaAlmanyayê dikirin, li Kantona Aargauyê stargehekê bibînin. Tevlî van gavên ber bi pêş ve jî têkoşîna di navbera katolîkên derfetên sîyasî li wan hatine tengkirin û protestanên xwedî erkên berfireh mora xwe li dîroka polîtîk a nîveka sedsala 19. xistî ye. Vê parçebûna polîtîk a li ser bingeha dînî, bi rêya lihevkirina lîberal-demokrat û mixalefeta katolîk a ji bo destûra bingehîn a 1884-1885an bi dawî bûye.

Demografî û ziman 

Nexşeya Kantona Aargauyê

Aargau yek ji kantoneke mezin almanîaxêfe ku almanî li derdora ji % 80ê yê nifûsê tê axaftin. Lêbelê ji ber ciyê wê yê navendî û têkiliyên xurt ên aborîyê yên bi navend û herêmên cîran re bûye sebeb ku gelek zaravayên almanîya Swîsreyê li Aargauyê bên axaftin. Hejmareke niştecîyên kantonê bi zaravayên bakurê rojava, almanîya Bernê, almanîya Lucernê û bi almanîya Zurichê diaxivin.

Aargau ji alîyê nifûsê ve çaremîn kantona herî mezin a welêt e û di warê zêdebûna nifûsê di nava km2yekê de li Swîsreyê pêncemîn e. Tevlî Aarau û Badenê Brugg, Wohlen, Bremgarten, Zofingen û Rheinfelden bajarên herî giring ên kantonê ne. Ji çaryeka nifûsa kantonê ji bîyanîyan pêk tê ku di nava wan de koma herî mezin alman û îtalyan in. Ji alîyê hejmarê ve, penaberên ji Kosowayê û welatên din ên Yûgoslavyaya li dûv vê koma ji welatên Yekitîya Ewrûpayê tên.

Civaka Aargauyê ji alîyê olî ve ji dîrokê û vir ve di navbera katolîk û protestanan de parçe bûye du beş. Tevlî hemû polîtîkayên marjînalkirinê yên sedsalên berê, ji % 25ê civakê bawermendên Dêra Katolîk in. Dêra Evanjelîk a Reformkirî ku dêreke protestan e, xwedî ji % 18yê bawermendan e.

Ji ber pêla penaberîyê yên salên dawî, hejmara komên din ên olî di nava civakê de zêde dibe. Îro ji % 5.5ê niştecîyên Aargauyê misilman û ji % 2.1ê wan ortodoksên xrîstîyan in. Tevî van daneyên derbarê komên dînî jî, piranîya civakê (ji % 56) bi rengekî fermî ne endamên tu komekê ne.

Aborî

Aargau yek ji herêmên herî berhemdar ên Swîsreyê ye. Pîşesazî û teknoloji du stûnên sereke yên aboriyê ne. Şîrketên ku bi taybetî di warên endezyariya elektrîkê, çêkirina makîneyan û otomasyonê de dixebitin performansa aborîyê yên kantonê pêş de dibin.

Koma teknolojiyê, ku li herêma Badenê kom bûye, di nava şîrketên mezin ên cîhanî de cî digirin. 94,000 karkerên li kantonê di vê sektorê de dixebitin. Li kêleka şîrketên pîşesaziyê yên mezin, hejmareke zêde ya şîrketên biçûk ên navîn jî hene ku di sektorên wekî hilberandina metal, kîmyewî, lojîstîk û xwarinê de dixebitin.

Parlamentoya Kantona Aargauyê

Kantona Aargauyê di warê sektora enerjiyê de li Swîsreyê roleke stratejîk dilîze. Kombûna tesîsên nukleerî û hîdroelektrîkê ya li Aargauyê kantonê ji hêla polîtîkayên enerjiyê ve dike cîyekî giring. 26 santralên hîdroelektrîk û nukleer di nava sînorên kantonê de ne. Şîrketên ku di vî warî de dixebitin, wekî Axpo, di warê îstihdam û hilberîna aboriyê roleke diyarker dilîzin. Hejmareke zêde şîrketên elektrîkê li ser xeta Baden, Brugge û Aargauyê bi cî bûne.

Li aliyekî din, sektora xizmetê jî di salên dawî de li kantonê hebûna xwe xurt dike. Bajarê Aarau ku berê navendeke giring a pîşesaziyê bû, ji sedsala 20an û vir ve dibe navenda sektora xizmetguzariyê. Di heman demê de kanton bi saya cihê xwe yê stratejîk a di navbera Zurich û Baselê de xwedî avantajeke lojîstîkî ye.

Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) ya Kantona Aargauyê 47.5 milyar frank e û ev jî Aargauyê li Swîsreyê dike kantona pêncemîn. Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê her kesî ya kantonê 79,600 frank e.

Sîstema polîtîk

Parlamentoya Aarau (Grosser Rat) ji 140 endaman pêk tê û ji aliyê gel ve ji çar salan carekê tên hilbijartin. Heta sala 2005an hejmara parlamenterên kantonê 200 bû û bi reformekê hejmar hat kêmkirin. Kanton di Parlamentoya Federal de bi 16 kursîyan û di Hikumeta Federal de bi 2 kursîyan tê temsîlkirin.

Parlamentoya Kantonê sazîya herî bilind a qanûnçêkirinê ye ku bingeha rêveberîya polîtîk ava dike. Reformên destûra bingehîn dema di ji alîyê piranîya parlamentoyê neyên qebûlkirin, ji bo wan referandûm tên lidarxistin. Pêşnîyazqanûnên din bi dengên 3,000 hilbijêran dikarin pêşkêşî dengdana gel bê kirin.

Hikumeta kantonê di qadên perwerdehî, tenduristî, ewlekarî û parastina xwezayê de xwedî erkên berfireh in. Ewlekarîya kantonê erkeke din a sereke ya hikumetê ye ku bi rêya departmana polîsan a kantonê tê meşandin. Fînans qadeke din a erkan e ku di destê hikumeta kantonê de ye. Hikumet li ser vê bingehê dikare mîqtara bacên kantonê dîyar bike û wê berhev bike.

Dadgeha Kantonê ya li Aarauyê sazîya herî bilind a darazê ya kantonê ye. Li aliyekî din, dadgehên asta yekem li hemî navçeyan hatine damezrandin û xwedî erkên asta yekem in.

Aargau di warê polîtîkayê de di nava kantonên mezin de kantona herî zêde mihefazakar e. Encamên referandûman û hêza xurt a Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) ya li kantonê delîlên vê rastîya polîtîk in. Vê partîyê di hilbijartinên kantonê yên 2024an de ji % 38.9ê dengan bi dest xist. Partiya Sosyalîst (SP), Partiya Gel a Demokrat a Xiristiyan (CVP), Partiya Demokrat a Azad (FDP) tevlî SVPê hevparên hikumetê ne. 6 ji wezîrên hikumetê ji partîyên rastgir in û bi tenê yek ji wan endamê SPyê ye.

Amadekar: Necat Ayaz-Fatoş Demirtaş 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serxwebûna Kurdistanê dixwazin lê erkên xwe bi cî naynin

Rapirsîya bi navê “Cî û Rola Rewşenbîr û Hunermendên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê ya …