Îspanya ji bo koçberên kaçax plana efûyê derdixe

Îspanya ji bo 500 hezar koçberên kaçax efûyekê derdixe. Koçber wê bikaribin serî li mafê rûniştinê ya salekê bixin. Armanca hikumetê ev e, bi rêya kesa koçberan aborîya welêt xurt bike û dawî li karên kaçax bîne.

Hikumeta Îspanyayê plana xwe ya ji bo efûkirina koçberên kaçax temam kir.

Bi sedhezaran koçberên kaçax wê bikaribin ji efûyê sûd werbigirin.

Koçber piştî ku plan bibe biryar wê bikaribin ji bo mafê rûniştinê ya demkî serî li rêveberîyê bidin.

Koçberên dikevin nava çarçoveya vê planê kesên berîya serê sala 2026an hatine Îspanyayê ye.

Herwiha, koçberên serî li vî mafî didin, divê li Îspanyayê an welatekî din sûcekî nekiribin.

Bi dûv salekê re, wê carê penaxwaz wê bikaribin daxwaza mafê rûniştinê yê ji bo demeke dirêj bikin.

Hikumeta Pedro Sanchez a Îspanyayê ji ber giringîya koçberan a di mezinbûna aborîya welêt de planê diparêze.

Sebebeke din a vê planê ev e, koçber bikaribin bi fermî kar bikin û bacên xwe bidin.

Ev ê jî karên kaçax kêm bike û kapasîteya dewletê ya ji bo berhevkirina bacê zêde bike.

500 hezar koçberên kaçax

Nifûsa Îspanyayê 50 mîlyon e û hikumet dîyar dike, 500 hezar jî vê nifûsê koçberên kaçax in.

Hin çavkanî îdîa dikin nifûsa koçberên kaçax li derdora 840,000î ye.

7.2 milyonê nifûsa welêt ji bîyarnîyan pêk tê ku piranîya wan ji Amerîkaya Latîn û welatên li bakurê Afrîkayê ne.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kovara Kewarê li Amedê dest bi weşanê kir

Kovara nû ya çand, huner û wêjeyê bi navê “Kewar” bi hejmara xwe ya yekemîn …