Kurd destekê didin çekberdanê lê fikar dom dikin

DW: “Heta niha hikumet ka wê di berdêla çekberdanê de çi gav bajêve,  tu sozên xwe ji raya giştî re eşkere nekirine. Di heman demê de ne dîyare ka wê hewldanên aştîyê çi bide kêmara kurd a li Tirkîyeyê.

Televîzyona navneteweyî ya Almanyayê DW li ser meseleya çekberdana PKKê vîdyo-nûçeyek weşand.

Vîdyoya bi sernivîsa “PKKê dawî li serhildanê tîne û dest bi çekberdanê dike” di malpera îngilîzî ya kanalê de cî girt.

Vîdyoya 4 deqe ku ji alîyê Julia Hahn hatîye amadekirin, ji hevpeyvînên bi civaka kurd û tirk pêk tê.

Nûçe bi hevpeyvîna dayîka gerîlayekî Museher Ulker dest pê dike ku kurê wî di 2012an de tevlî HPGê bûye.

Alîyekî balkêş a vê nûçeyê ev e, di vîdyoyê de dîmenên ji Gerîla TVyê hatine girtin cî girtine.

Di vîdyoyê de ji bo Amedê “paytexta ne-fermî ya kurdan tê binavkirin” tê gotin û bi welatîyên Amedê re hevpeyvînên kurt cî digirin.

Kurd wê çi bi dest bixin?

Niştecîyên bajêr didin zanîn ew destekê didin prosesa çekberdanê lêbelê di heman demê de dibêjin, bawerîya wan bi dewleta tirk tune ye.

Ber bi dawîya vîdyoyê de tevlî gavên PKKê jî helwesta hikumetê wiha hatîye nirxandin:

“Heta niha hikumet ka wê di berdêla çekberdanê de çi gav bajêve,  tu sozên xwe ji raya giştî re eşkere nekirine. Di heman demê de ne dîyare ka wê hewldanên aştîyê çi bide kêmara kurd a li Tirkîyeyê.

Infowelat

————————————————

Foto: Vîdyoya DWyê ya li ser çekberdana PKKê: “PKKê dawî li serhildanê tîne û dest bi çekberdanê dike”

infowelat.com

Li vê jî binêre

Gelên Fransayê federalîzmê dixwazin

Gelên Fransayê nema modela jakoben a terîtoryal qebûl dikin. 73 ji % gelên li Fransayê …