DW: Çima PKKê tercîh kir dawî li têkoşîna çekdarî bîne?

Analîsta Tirkîyeyê Asli Aydintaşbaş ku li Enstîtuya Brooklynê xebatê dike, tevlî bernameyê DWyê bû.

Aydintaşbaş çekberdana PKKê wekî “bûyereke sereke ya jeopolîtîk” pênase kir û got, “ku Tirkîye meseleyên nava mala xwe çareser neke wê meseleya kurd bibe lawazîyeke mayînde ji bo wê.”

Kanala televîzyonê ya navneteweyî ya alman DW li ser meseleya çekberdanê ya PKKê bernameyekê weşand.

Sernivîsa vê bernameya ku 16 deqîqeyan pêk hat, “Çima PKKê tercîh kir dawî li têkoşîna çekdarî bîne?” bû.

Analîsta Tirkîyeyê Asli Aydintaşbaş ku li Enstîtuya Brooklynê xebatê dike, tevlî bernameyê bû.

Aydintaşbaş çekberdana PKKê wekî “bûyereke sereke ya jeopolîtîk” pênase kir û got, “ku Tirkîye  meseleyên nava mala xwe çareser neke wê meseleya kurd bibe lawazîyeke mayînde ji bo wê.”

Analîsta mêvan ligel sebebên pêşketina teknolojîya çekan a Tirkîyeyê û “gihîştina sînorên  cografîk a li Iraq û Sûrîyeyê”, ji bo çekberdanê vê tesbîta balkêş kir:

“Bi ya min, PKKê di heman demê de fam kir ku hebûna Amerîkayê ya li Sûrîyeyê wê di nêzîk de bi dawî bibe. Donald Trump bi eşkereyî îşaretan dide ku ew dixwaze leşkerên amerîkî ji vekişîne.”

Ocalan dixwaze çi bike?

Aydintaşbaş li ser plana Ocalan a ji bo meseleya kurd jî got ku “ew dixwaze Tirkîyeyê wekî welatê hevpar ê tirk û kurdan dîzayn bike û ev ji zimanê PKKê ku em bi salane dibihîzin pir cudatir e.”

Li ser pirsa ku “hikumeta heyî ya tirk bi rastî jî bi vê proseyê re çiqas eleqeder dibe?” beşdara mêvan wiha axivî:

“Em ê vê bibînin. Divê proseseke rastîn hebe. Divê guherînên rastîn ên destûra bingehîn pêk werin. Garantîyên ku kurd di warê wekhevîya mafam de dixwazin, bi taybet yên di mijara ziman de û di heman demê de guherînên di qanûna cezayê ya Tirkîyeyê de ku wê destûrê bide mirov ji girtîgehê derkevin pêk werin.

Infowelat

————————————————-

Foto: Logoya DWyê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Almanya lezê dide polîtîkaya dersînorkirinê

KURTE Almanya dixwaze kesên daxwaza wan a penaxwazîyê hatîye redkirin dersînor bike. Hikumeta federal bi …