Amerîka tarîfeya ji bo Kanadayê dike 35 ji %

Lîderê amerîkî vê carê berê xwe da Kanadayê û got, wê baca ji bo berhemên Kanadayê ji bibe 35 ji %.

Trump di nameya ji serokwezîrê Kanadayê Mark Carney re nivîsî diyar kir, vê tarîfeya giran wê di 1ê tebaxê de têkeve merîyetê.

Amerîkaya di bin rêveberîya Trump de tarîfeyên ji bo bazirganîyê li dijî cîhanê bi kar tîne.

Trump baca bazirganîyê ji bo gelek welatan zêde dike û vê yekê ji bo berjewendîyan wekî çek bi kar tîne.

Lîderê amerîkî vê carê berê xwe da Kanadayê û got, wê baca ji bo berhemên Kanadayê ji bibe 35 ji %.

Trump di nameya ji serokwezîrê Kanadayê Mark Carney re nivîsî diyar kir, vê tarîfeya giran wê di 1ê tebaxê de têkeve merîyetê.

Herwiha, Trump wekî gelek caran dike, agahîya derbarê vê mijarê de jî di platforma Truth Social de belav kir.

Amerîka di demên dawî de bi cîranên xwe Meksîka û Kanadayê re di meseleya bacên bazirganîyê de muzakereyan dikir.

21ê tîrmehê wekî roja dawî ya muzarekeyan hatibû destnîşankirin.

Tevî vê jî Trump ji helwesta xwe ya hişk her dom kir û berîya dem bi dawî bibe nameya gefê ji Kanadayê re şand.

Serokê Amerîkayê dibêje, wê nameyeke bi vî rengî ji Yekitîya Ewrûpayê jî bişîne.

Trump ji Kanada û Meksîkayê çi dixwaze?

Donald Trump her du welatan di meseleya koçberîya kaçax û bazirganîya madeyên hişbir de rexne dike.

Trump îdîa dike, her du welat di her du meseleyan de gav navêjin û ev jî dibe sebeb koçber û madeyên hişbir derbasî Amerîkayê bibin.

Meksîka û Kanada ji ber gefên Trump di mehên dawî de li ser sînor kontrolê zêde kirin.

Tevî vê jî Trump bi van tedbîran memnûn nebû xeta xwe ya hişk dom kir.

Kanada û Meksîka dixwazin peymana bazirganîya azad ku demeke dirêje di merîyetê de, bi Amerîkayê re dom bike.

Infowelat

——————————————————-

Foto: Ala Kanadayê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Gelên Fransayê federalîzmê dixwazin

Gelên Fransayê nema modela jakoben a terîtoryal qebûl dikin. 73 ji % gelên li Fransayê …