L’Express: Çekberdan nuqteyeke jêneveger e

“Dîrokzan Boris Jamesê li ser kurdan dixebite, qala tunebûna alîyekî sêyemîn dike ku bikaribe yekparebûna prosesê garantî bike. Bi ya wî, bihevnebawerbûneke gelek xurt di navbera PKKê û dewleta tirk de heye; dewlet kêm garantîyan daye şervanên kurd ku niha soza efûyê ji bo wan nehatîye dayîn.”

Kovara heftane ya fransî L’Express li ser merasîma çekberdanê nûçeyekê weşand.

Nûçe bi sernavê “Şewitandina çekan: PKK dest bi bêçekbûna sembolîk kir” di malpera kovarê de cî girt.

Di nûçeyê de li ser daxuyanîya çepemenîyê ya gerîlayên HPGê wiha hat gotin:

“Li gorî rojnamevanê AFPê, du rêveberên tevgerê jina bi navê Besê Hozat û mêrê bi navê behzat Çarçel bi dorê daxuyanîya dîrokî ya gaveke demokratîk di hizûra 300 kesên bicoş de xwendin ku hêsir ji çavên wan hatin.”

Hat dîyarkirin, di li ciyê merasîma ku 50 km li rojavayê Silêmanîyê hatîye lidarxistin, ligel rêveberên Iraqê û Kurdistanê endamên rêxistinên îstixbaratê yên tirk û DEM Partîyê jî hazir bûne.

“Nuqteyeke jêneveger”

L’Expressê ji bo gava gerîla avêt pênaseya “nuqteyeke jêneveger” pênase kir û ji bo encamên bêçekbûnê wiha nivîsî:

“Li gorî analîstan, bi bêçekbûnê, PKKya ji alîyê leşkerî ve hatîye lawazkirin wê xwe komî ser hev bike û li alîyê din jî serokê tirk Recep Tayyip Erdogan wê di alozîya bi dehan salan dom dike de serkeftina xwe rabigihîne.”

Garantor tune ye 

Kovarê di dawîya nûçeyê de xwe dispêre dîrokzanekî û rîskên ji bo proseyê nîşan dide:

“Dîrokzan Boris Jamesê li ser kurdan dixebite, qala tunebûna alîyekî sêyemîn dike ku bikaribe yekparebûna prosesê garantî bike. Bi ya wî, bihevnebawerbûneke gelek xurt di navbera PKKê û dewleta tirk de heye; dewlet kêm garantîyan daye şervanên kurd ku niha soza efûyê ji bo wan nehatîye dayîn.”

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Gelên Fransayê federalîzmê dixwazin

Gelên Fransayê nema modela jakoben a terîtoryal qebûl dikin. 73 ji % gelên li Fransayê …