UNESCO di 1946an de hat damezrandin

Nuqteyên esasî 

  • Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 1946an de hat damezrandin.
  • Encamên hilweşîner ên Şerê Cîhanê yê Duyemîn sebebên esasî yên damezrandina vê rêxistinê ye.
  • UNESCO rêxistineke navdewletî ye û 194 dewlet endamên wê ne.
  • Ji ber vê sebebê, rêxistin miletên bê dewlet muxatab qebûl nake.

Îro  80. salvegera damezrandina UNESCOyê ye. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 4ê  çirîya paşîn a 1946an de hat damezrandin. Rêxistin, bi ragihandina destûra wê ya bingehîn dest bi xebatê kir. Di heman rojê de destûra bingehîn ket merîyetê.

Encamên hilweşîner ên Şerê Cîhanê yê Duyemîn sebebên esasî yên damezrandina vê rêxistinê ye. Amerîka, Yekitîya Sovyetê û Brîtanya wekî hêzên serkeftî xwestin cîhanê ji nû ve dîzayn bikin. Ev hêzên serkeftî, di 1945an de Neteweyên Yekbûyî damezrandin.

UNESCO jî wekî rêxistineke çand û perwerdeyê di bin banê vê NYyê de hat bicîkirin.  Ji vê rêxistinê hat xwestin dîroka şerê cîhanê tomar bike û bi rengekî bêalî wê fêrî miletên cîhanê bike. Di 1973an de parastina mîrateya çandî, dîrokî û xwezayî ya cîhanê li mîsyona UNESCOyê hatin zêdekirin. Rêxistin, her sal di derbarê mîrateyên tên parastin û yên di xetereyê de ne raporan diweşîne.

UNESCO rêxistineke navdewletî ye û 194 dewlet endamên wê ne. Ji ber vê sebebê, rêxistin miletên bê dewlet muxatab qebûl nake. Loma jî rêxistin di warê binpêkirina mafên perwerdeya zimanê dayikê û mafên din ên ziman de midaxaleyî dewletan nake. Ev jî wekî qusûreke bingehîn a vê rêxistinê tê qebûlkirin û car caran bang li rêxistinê tê kirin, zemîna xwe ya temsîlîyetê berfirehtir bike.

Qadên mîsyona UNESCOyê

Perwerde

  • Teşwîqkirina perwerdeya bi qelîte û fêrbûna hemû komên civakê
  • Destekirina welatan ji bo reformên sîstema perwerdeyê

Zanist

  • Bikaranîna pisporîya zanistî ya ji bo pêşîgirtin û kêmkirina guherîna avhewayê û karesatan

Çand

  • Parastina mîrateya çandî ya cîhanê ya bi rêya peyman û însîyatîfan
  • Destedayîna cihêrengîya çandî û dîyaloga nav-çandî

Azadîya îfadeyê

  • Teşwîqkirina azadîya îfadeyê, têkoşîna li hemberê axaftinên nefretê û pêkanîna ewlehîya rojnamevanan

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Fribourgê

Fribourg kantoneke li rojavayê Swîsreyê ye û ji alîyê rûbera erdên xwe heştemîn kantona herî …