Autonomos

Katalonya

PROFÎL Nifûs: 7,543,825 (2018) Berfirehbûn: 32,108km² Paytext: Barselona Ziman: Katalanî (Bikaranîna rojane: % 36.29, zanîn % 95.12), îspanyolî Dema xweseriyê: 1979 KURTEAGAHÎ Katalonya welatekî li bakurêrojhilatê Nîvgirava Îberyayê ye û di bin serdestiya Îspanyayê de ye. Welat ji çar parêzgehan (Barselona, Girona, Lleida and Tarragona) û 947 belediyeyan pêk tê. …

Bêtir »

Hilbijartina Îspanyayê û herêmên xweser

Di hilbijartina giştî ya 28’ê Nîsanê ya Îspanyayê de partiyên katalan û bask encamên baş girtin. Bloka Neteweperest ên Galîsyayê gavek din pêşket û li Giravên Kanaryayê partiyên herêmparêz hêza xwe parastin. Di hilbijartinê de partiyên rastgir ên îspanyol li Katalonyayê û Baskê têk çûn. Di encama hilbijartinê de Partiya …

Bêtir »

Ji nava dilê Îspanyayê banga serxwebûnê

Tevgera serxwebûnxwaz a katalan li Madrîdê xwepêşandaneke dîrokî li dar xist. Bi hezaran kes li ser banga 50 sazî û partiyên siyasî yên serxwebûnxwaz ji Katalonyayê herikîn nava dilê Îspanyayê û beşdarê çalakiya ‘meşa biryardayinê’ bûn. ANC (Meclîsa Neteweyî ya Katalonyayê), Omnium Cultural, Junts Per Catalunya, Esquerra Republicana û CUP …

Bêtir »

Olivier Peter: Îspanya ji mafên mirovan re rêzê nagire

Girtin û darizandina endamên tevgera serxwebûnxwazên katalan demeke dirêje di rojeva cîhanê de ye. Tevgera katalan ji bo balkişandina rewşa girtiyên siyasî hemû derfetên di qada navneteweyî de bi kar tîne. Bi taybetî rêxistin û saziyên Yekitiya Ewrûpayê û hin rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî NY ciyê hemleya dîplomatîk ên tevgera …

Bêtir »

Referandûma serxwebûnê ya Bouganvilleê hat taloqkirin

Bouganville giraveke li rojhilatê Papûa Gîneya Nû’ye ku nifûsa wê qasî 250 hezarî ye. Şerê rizgariyê bi hevdîtinên 1997’an a bi hevkariya Zelandaya Nû hatin lidarxistin bi dawî bû. Herêma Xweser a Bouganvilleê di 2002’an de hat damezrandin. Girava Bouganvilleê ya li ser Papûa Gîneya Nû (PGN) di demên dawî …

Bêtir »

Têkoşîna dirêj bi xweseriyê gihîşt encamê

Têkoşîna dirêj bi xweseriyê gihîşt encamê Bangsamoro bi zimanê li herêmê tê axaftin “neteweya moro” ye. Bi qanûna nû ya xweseriyê wê hêzên berfireh têkeve destê rêvebiriya herêmî. Rêvebiriyê wê bikaribe di ware perwerde, tenduristî alîkariya civakî û mijarên din de biryarê bide û ji bo meşandina xizmetên xwe wê …

Bêtir »

Gilgit-Baltîstanî ji mafê hilbijartine bêparin

Pakîstanî di hilbijartina di 25’ê Hezîranê de dengên xwe di hilbijatinên giştî de  bi kar anîn. Mixabin 9 milyon kesên li herêma Gilgit-Baltîstanê dijîn neçûn ser sindoqa hilbijartinê. Ji ber ku ji Pakîstan ji sala 1947’an û vir ve mafê beşdarîya hilbijartinan a vê herêmê nasnekiriye. Rûniştvanên herêma Gilgit-Baltîstanê ji …

Bêtir »

Pêşniyazên Bolzano/Bozenê deh sal li dûv xwe hişt

  Sala 2018’an dehemîn salvegera Pêşniyazên Bolzano/Bozenê yên li ser Kêmarên Neteweyî di Têkiliyên Navdewletî de ye. Komîseriya Bilind a Kêmarên Neteweyî ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewrûpayê (REHE) di salvegera dehemîn a Pêşniyazên Bolzanoyê yên li ser kêmarên neteweyî bernameyekê li dar xist. Bernameya ku bi pişgiriya herêma …

Bêtir »