SPD li Nord Rhein Westfalyayê têk çû

Nord Rhein Westfalya bi nifûsa xwe ya li derdora 17 milyonî eyaleta herî mezin a Almanyayê ye.

Nord Rhein Westfalya ji aliyê aboriyê ve jî eyaleta herî dewlemen a li Almanyayê ye. Salane hilberîna endustriyê ya li eyaletê ji 300 milyar euroyî zêdetir e.

Siyaseta Almanyayê, bi encama hilbijartineke herêmî tevlî hev bû.

Li gorî anketên piştî hilbijartinê hatin ragihandin, li eyaleta Nord Rhein Westfalya Partiya Sosyal Demokrat (SPD), bi tenê ji sedî 28’ê dengan girt û têk çû.

Di heman hilbijartinê de partiya muhazafazar Yekitiya Xristiyanên Demokratîk (CDU) dengên xwe derxist ji sedî 35’î.

Bi vî awayî CDU li vê eyaleta herî mezin a Almanyayê bû partiya yekemîn.

Pisporên siyasî radigihînin, wê têkçûna di hilbijartinê de bandorê li hukumeta koalîsyonê ya serokwezîrê Olaf Scholz bike.

Hefteya borî, partiya Scholz SPD’ê di hilbijartina herêmî ya li eyaleta Schleswig-Holsteinê têk çû.

Di dengdanê de endamê koalîsyonê partiya Keskan, ji sedî 18 dengan bi dest xistin.

Ev jî ji bo partiya Kesk wekî encamekî gelekî baş tê qebûlkirin.

Di demên dawî de li eyaleta Nord Rhein Westfalya aciziyên li dijî polîtîkaya hukumetê ya ji bo Ûkraynayê zêde bûbûn.

Eyaletên Almanyayê. Welat ji 16 eyaletann pêk tê. 

Tê ragihandin ev yek rasterast bandorê li têkçûna SPD ya di hilbijartinê de kiriye.

Eyaleta Nord Rhein-Westfalya

Nord Rhein Westfalya bi nifûsa xwe ya li derdora 17 milyonî eyaleta herî mezin a Almanyayê ye. Hejmara hilbijêrên xwedî mafên dengdanê ne 13 milyon e.

Parlemana eyaletê ya bi navê Landtag Nordrhein-Westfalen ji 181 kursiyan pêk tê û ji 5 salan carekê ij bo nûkirina wê hilbijartin tê lidarxistin.

Nord Rhein Westfalya ji aliyê aboriyê ve jî eyaleta herî dewlemen a li Almanyayê ye. Salane hilberîna endustriyê ya li eyaletê ji 300 milyar euroyî zêdetir e û bi qasî 18 ji sedî ya hemû hilberîna Almanyayê ye.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên …