Li Hong Kongê Çîn bi ser ket

Li Hong Kongê piştî qanûna Çînê ya derbarê temsîliyeta siyasî de, hilbijartina ewil hatin lidarxistin. Ji ber zextên li ser mixalefetê, beşdariya dengdanê gelek kêm bû û ev jî tam li gorî dilê Çînê bû. Lewma jî alîgirên Çînê bi hêsanî bi ser ketin.

Li Hong Kongê piştî qanûna Çînê ya derbarê temsîliyeta siyasî de, hilbijartina ewil hatin lidarxistin. Ji ber zextên li ser mixalefetê, beşdariya dengdanê gelek kêm bû û ev jî tam li gorî dilê Çînê bû. Lewma jî alîgirên Çînê bi hêsanî bi ser ketin.

Tunebûna alternatîfeke din a di hilbijartinên Parlemena Hong Kongê de, bû sebeba tevlîbûneke pir kêm. Bi tenê ji sedî 30’ê hilbijêran tevlî dengdanê bûn û çûn ser sindoqan. Ev jî di dîroka Hong Kongê de bû beşdariya herî kêm a bo hilbijartinekê.

Hong Kong bajarekî li başûrê rojhilatê Çînê, li kêleka peravên Okyanûsa Pasîfîkê ye.

Di encama vê pêşbirka hêsan de alîgirên Çînê serkeftineke mezin bi dest xistin û hema hema tevahiya kursiyên parlemena herêmî ket destên wan.

Rêvebira Hong Kongê Carrie Lam beriya hilbijartinê li ser mijarê axivîbû û bersivê dabû fikarên derbarê demokratîkbûna dengdanê de. Lam digel midaxaleyên hiqûqî yên Çînê jî, dabû zanîn wê hilbijartineke adil a di nava ewlehiyê de bê lidarxistin.

Li Hong Kongê di salên 2019-2020’an de li dijî midaxaleyên hiqûqî yên Çînê protestoyên girseyî hatibûn lidarxistin. Lêbelê Çîn guh nedabû daxwaza welatiyan û par qanûna hilbijartinê û temsîliyeta siyasî li gorî dilê xwe guherandibû.

Lîderê Çînê yê berê Deng Xiaoping (1904-1997). Pergala Yek Welat Du Sîstem ji aliyê wî ve hat formûlekirin.

Li gorî vê qanûnê bi tenê kesên “welatparêz” êdî wê di hilbijartinên Hong Kongê de bibin namzetê ji bo parlemena herêmî. Ev jî tê wateya ku kesên ne alîgirên Çînê bin, wê nikaribin tevlî hilbijartinan bibin.

Hong Kong bajarekî xwediyê statuya otonomîyê ye û di çarçove peymana 1997’an a ji Brîtanyayê de transferê Çînê hatibû kirin.

Nifûsa Hong Kongê bi qasî 7.5’e û bajêr li cîhanê yek ji navendeke herî pêşketî ya bazirganiyê ye.

Yek welat du sîstem 

Piştî bidestxistina Hong Kong û Macauyê Çîn niha dixwaze Taywanê jî di çarçoveya pergala Yek dewlet du sîstemê de tevlî erdên xwe bike.

Çînê serweriya xwe ya li ser Hong Kongê bi pergala “Yek Welat, du sîstem” formûle dike. Ev pênase di destpêka salên 1980’an de ji aliyê serokê Çînê Deng Xiaoping ve bi armanca yekitiya Taywan, Hong Kong û Macauyê ya bi Çînê re hat formûlekirin. Wî bi vê fikra xwe dixwest nîşan bide ku bi tenê yek welatek (Çîn) û hin herêmên xwedî statuyên cuda (Taywan, Hong Kong û Macau) hene. Di çarçoveya vê de bi şerta serweriya Çînê nasbikin, ev her sê herêm sîstemên xwe yên hiqûqî, aborî û heta hin têkiliyên xwe yên bi derve re dikarin dom dikin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …