Zimanê sardînî li welatê xwe bû fermî

Meclîsa Sardînyayê ji bo parastina zimanê sardînî gaveke mezin avêt û ziman kir fermî. Meclîs hefteya borî qanûneke nû li ser ziman qebûl kir ku tê de zimanê sardînî li gel îtalyanî li giravê zimanê fermî tên ferzkirin.

Di dengdayina bo qanûnê de 25 parlamenter dengên erênî û 20 parlamenter jî dengên neyênî dan. Bi vê qanûnê, herêma Sardînyayê ya xweser li gel Tîrola Başûr û Newala Aostayê ya li bakurê îtalyayê bi rengekî fermî dibe herêmeke duzimanî.  Li aliyekî din, zimanê katalanî ku li bajarokê Algheroyê ya li bakurêrojavayê giravê tê axaftin bi vê qanûnê tê parastin.

Di çarçoveya qanûnê de ji îro pê ve wê rêvebiriya herêmî xizmetên xwe bi du zimanan bimeşîne, di dibistanan de sardînî bê fêrkirin û qenaleke radyo û televîzyonê wê bi sardînî weşanê bike.

Rêvebiriya herêmî ji bo meşandina xebatên ziman ên qanûn ferz dike wê ji bo sala 2019’an 3,2 milyon û ji bo 2020’an jî 3.3 milyon Euro veqetîne.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …