Akademiya Swêdî Firat Cewerî xelat kir

Di nava vê hefteyê de hat ragihandin ku nivîskar, wergêr û weşangerê kurd yê li Stockhlmê Firat Cewerî xelata wergera edebiyata swêdî bo kurdiyê ji Akademiya Swêdî stand.

Firat Cewerî di nav nivîskarî, werger û weşangeriya bi kurdî de navekê nas e. Wî berhemên di warên cur bi cur yên edebiyatê de afirandine, edebiyat ji tirkî û swêdî wergerandiye kurdî.

Wî herweha karê weşangeriyê jî kiriye û bi dehan kitêb ji weşanxaneya wî Nûdemê derketine. Kovara Nûdem ya wî derdixist deh salan dom kir û 40 hejmarên wê derketin.

Firat Cewerî ji beşê kurdî yê Radyoya Swêdê re diyar dike ku Akademiya Swêdî vê xelatê bi armanaca danasîn û belavbûna edebiyata swêdî li derveyê sinorên Swêdê dide. Ew dibêje rast e Swêd welatekî biçûk e, lê ew di warê huner û edebiyatê de li pêş e.

Ez dixwazim zimanê kurdî bibe şirîkê zimanên dunyayê.

Cewerî behsa wê dike ku wergêrvaniya wî li gel kovara Nûdemê dest pê kir û wî hewil da di her hejmarekê de nivîskarekê swêdî û berhemên wî yan wê bide nasandin.

Wekî kitêb jî, wî li pêşiyê berhemên ji bo zarokan û paşî berhemine din wergerandin. Di van salên dawiyê de jî wî Entolojiya edebiyata swêdî amede û çap kir, du roman û du kitêbên helbestan ji swêdî wergerandin kurdî û di van salên dawiyê de hatin belav kirin.

Firat di warê hilbijartina xwe de bo berhemên ku ew werdigerîne dibêje wî çend ji wan kitêbên bi swêdî yên ku zarokên wî hez jê dikir dest pê kir û wergerandin kurdiyê. Herweha jî ew klasîkên edebiyata swêdî û yên cihanî yên ku ew dixwîne û hez jê dike, dixwaze ku bi zimanê wî yê kurdî jî hebin û hinek ji wan wergerandine jî.

Firat Cewerî dibêje ew bi xwe û bê ku weşanxaneyek jê bixwaze van berheman werdigerîne û ew bi vî karê xwe dixwaze ku zimanê kurdî jî bibe şirîkê zimanên dunyayê.

Cewerî di dawiya hevdîtinê de dibêje ev çil sal in ew mijûlî nivîskarî û wergera bi kurdî ye û wî heta niha çil qirûş jî ji kurdiyê qezenc nekirine. Ew dibêje xwezî kurdan jî xelateke biçûktir daba wî û jê re gotiba vaye vî camêrî yan camêrine din ev berhem wergrandine zimanê me yê kurdî.

“Ev çil sal in ez bi kurdî dinivîsim, lê min çil qirûş ji kurdî qezenc nekirine.”

Ew ji beşê kurdî yê Radyoya Swêdê re eşkere dike ku projeya wî ya niha ya li ber dest e nvîsandina romaneke teze ye û herweha kar ji bo wergerandina romanên wî ye bo zimanên din.

Çavkanî: sverigesradio.se

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …