‘Tenê bi panel û daxuyaniyan kurdî nakeve nava jiyana civakî

Şair û nivîskarên kurd bi yek dengî û tek rengî dibêjin:

Tenê bi panel, daxuyanî û meşan zimanê kurdî nakeve nav jiyana civakî, divê polîtikayên kurdan ên li ser zimanê kurdî jî bêne guherandin.

Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa Kurd bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li pêş avahiya Navenda Çanda Cegerxwîn daxuyaniyek li çapemeniyê belav kir. Piştî daxuyaniyê çend nivîskar taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivîn.

 ‘Ziman ne mijara piştî şerî ye’
Ji wan akademîsyen Netice Altun diyar kir ku divê polîtikayên kurdan ên li ser zimanê kurdî bêne guherandin û got: ‘Tenê bi panel, daxuyanî û meşan zimanê kurdî nakeve nav jiyana civakê. Bi kesayetiya gel hatiye lîstin û gel êdî ji zimanê kurdî hez nake. Divê li bilboardan, li reklaman bi mêr û jinên xweşik axaftina bi kurdî derkeve pêş. Yek jî ziman tiştekî siyasî ye û divê siyaset jî bi kurdî be êdî. Ziman ne mijareke piştî şerî ye, mijara îro ye. Gava te ziman hişt piştî şerî, tu şer qezenc bikî jî wê gelek tiştên din ji dest te herin. Divê hin tişt bi hev re bimeşin.’

‘Divê daxuyaniyên kurdan tenê bi kurdî bin’
Şair û nivîskar Erol Balci jî wiha axivî: ‘Gelek kes dibêjin bila berê zimanê kurdî fermî bibe. Pêşketina zimên ne girêdayî fermîbûnê ye, dayik û dîroka me fermîyeta me ne. Gerek berê em bi xwe biryara axaftina zimanê kurdî bidin, ne prosedureke fermî. Jixwe divê zimanê hemû sazî, rêxistin û partiyên kurdan tenê bi kurdî be. Çi li bakur çi li başûr divê daxuyaniyên kurdan tenê bi kurdî bin.’

Jêder: Sputnik News

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Valenciayê banga ji bo parastina ziman

 Çalakiya Çandî ya Welatê Valenciayê (ACPV) bi daxuyaniyekê banga parastina ziman kir. Di daxuyanîyê  de …