Myanmar: Yek ji 100 komên etnîk efendiyê hemû welat e

Myanmar ji destpêka damezrandina xwe ve polîtîkayeke asîmîlasyon û şîdetê li dijî gelên li bakur dimeşîne. Gelên kêmar ji mafên xwerêvebirinê û perwerdeya zimanê dayikê bêparin.

Myanmar welatê herî mezin ê başûrê rojhilatê Asyayê ye ku di 1948’an de ji Brîtanyayê serxwebûna xwe bi dest xistiye.

Vî welatê ji aliyê Çîn, Tayland, Hîndîstan, Laos û Bangladeşê ve hatiye dorpêçkirin, li başûr xwe digihîne Okyanûsa Hîndê.

Nifûsa welêt 54 milyon e û piraniya gel debara xwe bi çandiniyê dike.

Wekî piraniya welatên li vê herêmê, li Myanmarê jî çandiniya birincê çavkaniya yekemîn a debarê ye.

Myanmar wekî netew-dewletek hatiye damezrandin û dewlet di destê Bamaran de ye.

Rêxistinên Karen, Şan û Kaçînê bi dehan salane bi armanca rizgariya neteweyî li hember Myanmarê şerê gerîla dimeşînin.

Myanmar û cîranên wê

Lê belê li welêt li derdora 100 komên etnîk hene û ew tev bi hev re bi qasî ji sedî 30’ê nifûsa Myanmarê pêk tînin.

Komên herî mezin û çalak kêmarên etnîk Karen, Şan, Kaçîn in ku piraniya wan li herêmên çiyayî yên bakur dijîn.

Myanmar ji destpêka damezrandina xwe ve polîtîkayeke asîmîlasyon û şîdetê li dijî gelên li bakur dimeşîne.

Gelên kêmar ji mafên xwerêvebirinê û perwerdeya zimanê dayikê bêparin.

Herwiha ji ber tunebûna çavkaniyên debarê piraniya endamên komên kêmar di bin xeta xizaniyê de dijîn. 

Rêxistina Yekitiya Karen xwendekarên ji bo şerê gerîla perwerde dike

Ji ber van polîtîkayên dewletê, li herêmên li bakur alozî û şerê navxweyî bi dehan salane berdewam e.

Rêxistinên Karen, Şan û Kaçînê bi dehan salane bi armanca rizgariya neteweyî li hember Myanmarê şerê gerîla dimeşînin.

Wekî meseleya etnîk ne be jî, li welêt di warê olî de heta astekê civak cihêreng e. 

Li Myanmarê ola herî mezin bê guman Bûdîzm e û ji sedî 90’ê civakê bawermendên vê olê ne.

Li aliyekî din, artêşa Myanmarê di sala 2017’an de li hember gelê Rohîngyayê dest bi kampanyayeke qirkirinê kir.

Li Myanmarê li gorî nifûsê rêjeya komên etnîk

Ji sedî 10’ê civakê jî Misilman, Xrîstiyan, Anîmîst û bawermendên ola Hîndû ne.

Lêbelê ji ber şerê navxweyî ya li herêma Misilman Rakînê, di navbera Misilman û Bûdîstan de aştiya olî ji holê rabûye.

Sazî û komên Bûdîst, li vê herêmê kampanyayeke çalak a Bûdîzmê dimeşînin û ev jî bi kêrî rêxistinên şîdetê yên Misilman tê.

Bi qasî 500 hezar rohingiyên misilman ji ber êrişên artêş û bûdîstan terka welêt kirin

Li aliyekî din, artêşa Myanmarê di sala 2017’an de li hember gelê Rohîngyayê dest bi kampanyayeke qirkirinê kir.

Ev jî bû sebeb 500 hezar Rohîngyayî têkevin riyên penaberiyê û koçî Bangladeşê bikin.

Artêşê di 1’ê Sibata 2021’an de bi darbeyeke leşkerî careke din hat ser kar û dawî li vê tecrûbeya kurt a demokratîk anî.

Di nava demê de hejmara kesên ji ber operasyonên artêşê reviyan gihişt milyonekî.

Seroka Myanmarê An San Sû Çî. Piştî derbeya leşkerî ya 7 Sibata 2021’an, Sû Çî hat girtin.

Ji aliyê siyasî ve Myanmar xwedî sîstemeke siyasî ye ku li ser hebûna du meclîsan hatiye damezrandin.

Ev sîstema ku bi destûra rejîma mîlîtarîst di 2008’an de hat damezrandin, ji parlemenê û Meclîsa Neteweyan pêk tê.

Ji çaran sê endamên her du saziyan tên hilbijartin û yên mayî rasterast ji aliyê artêşê ve tên peywirdarkirin.

Lêbelê artêşê di 1’ê Sibata 2021’an de bi darbeyeke leşkerî careke din hat ser kar û dawî li vê tecrûbeya kurt a demokratîk anî.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …