Welatê Swîsre, li dinyayê herî zêde bi demokrasiya xwe û standardên bilind ên jiyanê tê naskirin.
Digel vê jî, li vî welatî jin heta 1971’an ne xwedî mafê dengdanê bûn.
Lewma jî Swîsre li cîhanê yek ji welatê herî dawîn e ku mafê dengdanê ya jinê qebûl kiriye.

Welatê Çiyayên Alp û mirovên halxweş Swîsre herdem bi demokrasiya pêşketî pesnê xwe daye.
Welat li ser hevkariya dilxwaz a civaka ku 4 zimanî diaxivin hatiye damezrandin. 26 kantonên xweser hene.
Û lewma gelek biryarên girîng ên derbarê welêt de divê ji aliyê her kantonî ve bê erêkirin.

Afîşek li dijî mafê dengdana jinê
Lê belê di mijara mafê dengdana jinê de ji vir heta 50 sal berê tabloyeke gelek sosret hebûye.
Berevajiya piraniya welatên li cîhanê, jinên vî welatî ji mafê dengdanê bêpar bûne.
Jinên swîsrî, di encama têkoşîneke bi dehan salan de ev mafê demokratîk bi dest xistine.