Meşa ji bo çareseriya siyasî ya meseleya Korsîkayê

 

 

 

Nêzîkî 2000 welatparêzên Korsîkayê li paytex Ajaccioyê li dijî helwesta hikumeta navendî ya di derbarê mafên giravê de meşiyan. Piraniya endamên Meclîsa Herêmî ya Korsîkayê beşdarê meşê bûn.

Di meşa ku di 13’yê Hezîranê deji aliyê Ciwanên Serxwebûnxwaz ve hat lidarxistin de ji Fransayê hat daxwaz kirin ku Korsîka wekî herêmeke xwedî sîstemeke welatiyan a taybet bê dîtin, ligel zimanê fransî zimanê korsîkî wekî zimanê fermî bê naskirin, xweseriya fînansî ya giravê bê qebûlkirin û girtiyên siyasî bên berdan.

Di demên dawî de FLNC (Eniya Rizgariya Neteweyî ya Korsîkayê) piştî 40 salî dawî li şerê çekdarî ya ji bo doza Korsîkayê anî bû û vê yekê hêviya dîtina çareseriya siyasî  ya ji bo vê meseleyê zêde kiribû.

Di vê pêvajoyê de Însîyatîfa Korsîkayê nîqaşeke navneteweyî ya bi navê Riya Korsîkayê ya Sedsala XXI’emîn dabû destpêkirin. Serowezîrê kevn ê fransewî Michel Rocardû û nûnerên ji Katalonya, û herêma xweser a Aostayê ya Îtalyayê beşdarê vê çalakiyê bûbûn.

Jêder: Jornalet.com, Buongiornoalghero.it

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …