Alexis Sciard / IP3; Paris, France, June 19, 2022 - Leader of left wing coalition NUPES (Nouvelle Union Populaire Ecologique et Sociale) Jean Luc Melenchon delivers a speech after the first results of the parliamentary elections.

Macron piraniya parlemenê winda kir

Piştî hilbijartinên serokatiyê, li Fransayê çavên herkesî li ser encamên hilbijartinên parlemenê bû.

Di tûra yekemîn de her sê hêzên gewre piraniya dengan parve kiribûn û encamên teqez ji bo tûreke din mabûn.

Duh tûra duyemîn a dengdanê hat lidarxistin û di encama vê de kompozîsyona parlemena Fransayê zelal bû.

Tifaqa navendîparêz a bi navê Ensemble a Emanuel Makron, bi 38.6’ê dengan di vê hilbijartinê bû yekemîn.

Bi vê encamê, Ensemble dibe xwediyê 245 kursiyên parlemana Fransayê.

Lê digel vê serfiraziyê jî tifaqa serokê Fransayê nikare di parlemenê de piraniyê bi dest bixe û bibe hêza serdest.

NUPES bû partiya duyemîn

Yekitiya Nû ya Gel a Ekolojîk û Sosyal NUPES a di bin lîderiya Jean-Luc Melenchon de 31.6 ji %ê dengan bi dest xist û bû xwediyê 131 kursiyan.

Bi vê encamê partîya Melenchon bû partiya sereke ya mixalefetê ya di parlemenê de.

Rasta radîkal a ku ji aliyê Le Penê ve tê temsîlkirin, di hilbijartinê de ji 17.3 ji %ê dengan wergirt û bû hêza siyasî ya sêyemîn.

Jean-Luc Melenchon

Bi vî awayî,  partiya Meşa Neteweyî (RN) ya Le Penê li gorî hilbijartinên 5 sal berê dengê xwe zêdetir kir û bû xwediyê 89 wekîlan.

Piştî zelalbûna encaman, lîderê çepgir Jean-Luc Melenchon derbarê hilbijartinê de axaftinekê kir û got, partiya wî li parlemenê pêşiya Macron girtiye.

Melenchon bi van gotinên balkêş serfiraziya xwe ragihand:

“Em di armancên xwe yên siyasî de ku me danîbû pêşiya xwe, bi ser ketin. Me di navbera mehekê de Macronê ku ji bo bê hilbijartin zextê li welatiyan dikir, têk bir.”

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …