Tûra duyemîn a hilbijartinên serokatiyê yên Kolombiyayê, encameke dîrokî bi xwe re anî.
Li welêt cara pêşî hegemonyaya partiyên rastgir a li ser siyasetê hate şikandin.
Gustavo Petroyê ku destekeke berfireh ji tevgerên civakî girt, ji sedî 50’yê dengan wergirt û serokê welêt.

Namzetê rastgir û nûnerên sektora kar Rodolfo Hernandez ji sedî 47’ê dengan girt û di pêşbirka siyasî de têk çû.
Gustavo Petro bû serok
Gustavo Petro, endamê rêxistina gerîla M-19 bû ku di 1990’an de dawî li hebûna xwe anîbû.
Petro di axaftina xwe ya serkeftinê de mesajên nerm da û got; ew ê di rêvebiriya xwe de tu carî dijberên xwe yên di nava dewletê de ji kar dernexe.
Petro axaftina xwe wiha dom kir:
Ew ê di dema hukumeta min de zilma siyasî an dozên hiqûqî pêk neyên. Hurmet û diyaloga siyasî wê prensîbên sereke yên hukumetê be.
Herwiha serokê nû ligel daxwaza aştiya bi dijberan re, di axaftina xwe de soza çareserkirina problemên gundî, xwecî, jin û ciwanên li welêt jî da.