Li Azerbaycanê Edebiyat û Çapemeniya Kurdî

 

 

 

salihe-kevirbiri

Salihê Kevirbirî

Kurdistana Sor, di navbera salên 1923-1929ê de li ser xaka Kurdistana Qefqasyayê ku dikeve navbera Azerbaycan û Ermenîstana îroyîn, bi fermana Sovyeta Sosyalîst jiyana xwe berdewam kiriye. Li vê herêma Kurdistanî, di navbera 6-7 salên destpêkê de bingeha karên çandî, hunerî û edebî hatiye avêtin. Divê bê gotin ku ev xebatên hanê heta salên 1937-1938ê berdewam kiriye.

Di wan salan de li bajarê Şûşayê li ‘Teknîkûmê’ ango li ‘Dibistana Bilind a Pîşeyî’ ‘Fakûlteya Perwerdekirina Mamosteyên Kurdî’ hate vekirin. Salek beriya wê jî li Yêrevana Ermenîstanê, Teknîkûmeke ji bo heman armancê hatibû vekirin. Ji bilî Teknîkûmê, li bajarê Laçînê bi navê ‘Tîyatroya Gel’ tîyatroya kurdî hatibû avakirin. Vê tîyatroyê li gelek deveran hunera kurdî pêşkêşî niştecihên herêmê dikir.

Yekem Rojnameya Kurdên Azerbaycanê: ‘Kurdistana Sovyetê’

Di destpêka salên 1930yî de rojnameya bi navê ‘Sovyêt Kurdîstani’ ango ‘Kurdistana Sovyetê’ dest bi weşana xwe kir. Ev rojnameya bi alfabeya latînî, ji 4 rûpelan pêk dihat ku rûpeleke wê bi kurdî bû. Rojname heta sala 1938ê weşana kurdî berdewam kir. Lê heta sala 1961ê, bêyî zimanê kurdî bi navê ‘Sovyet Kurdistani’ weşana xwe domand. Yekemîn berpirsiyarê vê rojnameyê Îbrahîmê Allavêrdî bû. Allavêrdî ji kurdên Kamalliya Laçînê bû. Keda rewşenbîrê bi navê Mûseyîb Axûndov jî di vê rojnameyê de gelek zêde ye. Axûndov ew kes e ku di wan salan de, kitêba bi navê ‘Fêkiyêd Aprêlê’ (1931) ji bo perwerdehiya zarokên kurdan nivîsandiye.

Di 10-15 salên destpêka Sovyetê de li Azerbaycanê, li ser kurdan û bi zimanê kurdî 27 kitêb hatine çapkirin. Ji bilî ‘Fêkiyêd Aprêlê’, kitêba bi navê ‘Azerbaycanskiye Kurdi’ ango ‘Kurdên Azerbaycanê’ sala 1932yê bi zimanê rûsî, li Bakûyê ronahiyê dibîne. Ev kitêba dîrokî, ji hêla Hejarê Şamil ve li zimanê tirkî hatiye wergerandin û sala 2009ê ji hêla ‘Weşanxaneya Pêrî’ yê ve li Stenbolê hatiye çapkirin.

Li gorî agahdariyên rojnameger û nivîskar Hejarê Şamil, ji sala 1938ê heta sala 1990î li Azerbaycanê bi tenê yek kitêbeke kurdî jî nehatiye belavkirin û çapkirin. Şamilê ku vê gavê li ser ‘Ansîklopediya Kurdên Sovyetê’ kar dike dibêje piştî sala 1990î, bi qasî ’tiliyên du destan’ kitêbên kurdî, bi zaravayê kurmancî hatine weşandin.

‘Bawerî’ ya Ehmedê Hepo (1990), ‘Bi gazin im dinya’ ya Qadirê Motî (1993), ‘Ku da herim’ a Bariyê Bala (1993), ‘Pirtuka Azerbaycanî-Kurdî ya Axaftinê’ (1994) û ‘Alfabe’ (1996) ya Bayremê Fetî û ‘Ferhenga Kurdî-Azerbaycanî, Azerbaycanî-Kurdî û Mişarên zimanê Kurdî’ ya Şamil Esgerov (1999) çend berhemên giranbiha yên kurdên Azerbaycanê ne.

Rola ‘Beşê Kurdolojiyê yê Akademiya Azerbaycanê’

Di navbera salên 1960-1970yî de, di ‘Beşê Kurdolojiyê yê Enstîtuya Zanistên Rojhilat a Akademiya Azerbaycanê de xebatên mezin hatin kirin. Di wan salan de zanyar, zimanzan û wêjevanên bi navê Elî Galawêj, Rehîmê Qazî, Hûseyin Kurdoglu, Şamil Esgerov, Zûmrûd Şefiyeva, Mûhammed Şemsî xebatên kurdolojî û wêjeyê meşandine û di demeke kurt de berhemên xwe afirandine. Di bin banê Beşê Kurdolojiyê de; M.Î Şemsî li ser ‘Şerefname’ ya Şerefxanê Bedlîsî, Hûseyîn Kurdoglu li ser berhemên Abdûlla Goran, Şamil Esgerov li ser helbestvaniya Cegerxwîn, Zûmrûd Şefiyeva jî li ser mijara ‘di helbesta kurdî de destan’ kitêb û makale nivîsandine û ev berhemên wan îro ji bo lêkolînerên kurd bûne çavkaniyên bêhempa.

Şayanê gotinê ye ku rewşenbîr û nivîskarên mîna Ezedîn Mûstefa Resûl, Kemal Mezher, Nesrîn Fexrî, Rehîmê Qazî û Kerem Amoyev tezên xwe li heman akademiyê amade û pêşkêş kirine.

Sala 1959ê, bi xebatên hêja yên rewşenbîrên Azerbaycanê bi navê ‘Kurd Edebiyati Almanagi’ ango ‘Berhevoka Edebiyata Kurdî’ hate çapkirin. Di vê kitêbê de berhemên 9 şaîr û nivîskarên kurd hebûn ku li zimanê azerkî hatibûn wergerandin. Li hêla din ‘Mem û Zîn’ a Ehmedê Xanî, du berhemên Evdirehman Hejar û Eliyê Evdirehman û kitêbeke ku ji helbestên şaîrên Gurcistanê pêk dihat, li zimanê azerkî hatin wergerandin û çapkirin.

Rojnameyên ‘Dengê Kurd’ û ‘Dîplomat’ û Komela Ronahî

Piştî belavbûna Sovyetê, sala 1992yê li Azerbaycanê komeleya bi navê ‘Ronahî’ tê avakirin. Di heman salê de rojnameya bi navê ‘Dengê Kurd’ wekî weşana komeleyê derdikeve. Rojname bi kurdî, azerî û rûsî weşana xwe dike. Ehmedê Hepo yekemîn berpirsiyarê sereke yê rojnameyê bûye. Adil Cemal, Hejarê Şamil û Silêmanê Refo redaktoriyên beşen kurdî, azerî û rûsî dikin. Piştî sala 1994ê Şamil Esgerov dibe berpirsiyarê sereke yê rojnameyê û heta dawiya jiyana xwe (2005) vê xebatê berdewam dike. Rojname vê gavê jî bi awayeke demdemî weşana xwe didomîne. Rojnameya ‘Dîplomat’ jî yek ji wan weşana ye ku sala 2003yê dest bi weşanê kiriye û vê gavê li Bakûyê hewla rojnamegeriya kurdî dide. Rojname bi zimanê kurdî, tirkî, azerkî û rûsî digihîje ber destê xwendevanên xwe. Berpirsiyarê sereke yê rojnameyê Tahirê Silêman e.

Sala 1993yê destûr tê dayîn ku di Radyoya Dewleta Azerbaycanê de, hefteyê du caran û her carê 15 deqe weşana zimanê kurdî bê kirin. Ji roja destpêkê heta niha Ehmedê Hepo berpirsiyariya beşê kurdî yê radyoyê dike. Kesên wekî Kamîz Şeddadî, Tamara Refo, Kûbara Refo û Fexredîn Paşayêv jî di radyoyê de bi salan ked dane.

Jêder: Riya Teze

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …