The flags of China and the USA overlapping

Li Asya-Pasîfîkê alozî kûr dibe

Piştî rojhillatê Ewrûpayê vê carê herêma Asya-Pasîfîkê bi lez ber bi aloziyekê ve diçe

Çîn bi hinceta serdana Pelosi ya Taywanê nêzîkî vê giravê dest bi tetbîqatê kir

Amerîka jî bê tevger nesekinî û ji bo parastina giravê keştîyên şer şand herêmê

Çîn bergeha tetbîqata xwe ya mezin a li peravên wê yên rojhilat berfirehtir dike.

Cihê vê tetbîqata dawî nêzîkî girava mijara aloziya dawî Taywan e.

Li gel keştîcengên Çînê, hejmareke zêde balafirên jet ên şer jî tevlî minawreyên leşkerî dibin.

Li herêmên nêzîkî peravê, karwanên dirêj ên wesayit alavên leşkerî neqlî devera tetbîqatê dikin.

Çîn piştî serdana Pelosî li çaraliyê Taywanê dest bi tetbîwatê kir.

Çîn bi vê hêza xwe ya giran dixwaze gefa xwe ya dagirkirina Taywanê derxe aste herî bilind.

Ji bilî hêza leşkerî, Çîn di aloziya dawî de qada dîplomatîk jî wekî alavekê bi kar tîne.

Navenda vî şerê dîplomatîk a rojane tê meşandin, Wezareta Karên Derve ya Çînê ye.

Chungying: “Amerîka îxanetê dike”

“Amerîka di meseleya Taywanê de di nava îxanetê de ye û bi eşkereyî bi agir dilize. Amerîka dibe dijminê 1.4 milyar welatiyên Çînê.”

Berdevka wezaretê Hua Chungying di meselaya Taywanê de Amerîkayê bi îxanetê tometbar kir.

Chungying qala serdana Pelosî ya giravê kir û bi van gotinan rexne li Washingtonê girt:

“Amerîka di meseleya Taywanê de di nava îxanetê de ye û bi eşkereyî bi agir dilize. Amerîka dibe dijminê 1.4 milyar welatiyên Çînê.”

Herçî Amerîka ye, ew jî li hember vê stratejîya Çînê ku ji zextên leşkerî û dîplomatîk pêk tê, paş de gav navêje.

Sekreterê Çapemeniyê ya Qesra Spî Karine Jean-Pierre di daxuyaniya fermî de bersivê da tometbariyên Çînê yên li hemberê Amerîkayê.

Jean-Pierre got, tu sebeb tune ye Çîn serdana Pelosi ya Taywanê veguherîne krîzeke mezin.

Keştîcenga Amerîkayê

Keştîcenga Ronald Reagan. Amerîka ev keştiya nukleer şand Taywanê.

Amerîka ligel bersivên dîplomatîk, hêzêke leşkerî jî dişîne hawara Taywanê û bi vî awayî di aloziya dawî de helwesta xwe tundtir dike.

Keştiya balafirhilgir Ronald Reagan ber bi Taywanê ve bi rê ket.

Tê payîn, bi hatine keştîcengên Amerîkayê wê aloziya li deryayên li dora Taywanê kûrtir bibe.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …