Azerbaycan êrişî Qerebaxa Çiyayî kir

Du cîranên dijmin, Azerbaycan û Ermenistan piştî aştiya şikestinbar dîsa vedigerin serî

Azerbaycan di êrişeke hewayî de 2 leşkerên ermenî kuştin

Piştî êrişê hukumeta Qerebaxa Çiyayî kete nava tevgerê û rewşa awarte ragihand

Qerebaxa Çiyayî dîsa vediguhere navenda aloziya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de.

Azerbaycana ku di şer de bi ser ketibû, bi mehane zextên xwe yên li herêmê didomîne.

Artêşa azerî vê carê bi dronan êrîş kir û 2 leşkerên ermenî kuştin.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê bi daxuyaniyekê berpirsiya êrişa hewayî qebûl kir.

Arayik Harutyunyan. (Serokê Qerabaxa Çiyayî)

Berdevkê wezaretê Anar Eyvazov di daxuyaniyê de got, beriya êrişê hêzên ermenî êriş birine ser komeke leşkerên azerî û bûne sebeba kuştina leşkerekî.

Eyvazov diyar kir, êrişa bi dronan a Azerbaycanê ji bo tolhildanê hatiye kirin.

Rewşa awarte

Bi vê daxuyaniyê re hemwext, rêvebiriya Qerebaxa Çiyayî ku navê wê yê fermî Komara Artşaxê ye, daxuyaniyek da raya giştî.

Serokê herêmê Arayik Harutyunyan di axaftina xwe de ji bo aloziya dawî Azerbaycanê tometbar kir.

Harutyunyan got, ji 1’ê Tebaxê û vir ve artêşa azerî li gelek deveran sînoran îhlal kiriye.

Herwiha Harûtyan da zanîn, wî ji ber zext û êrişên Azerbaycanê bi awayekî qismî rewşa awarte ragihandî ye.

Li gorî daneyên fermî, di şer de nêzîkî 4 hezar leşkerên Ermenistanê û 3 hezar leşkerên Azerbaycanê hatibûn kuştin.

Şerê sala 2020’an

Ermenistan û Azerbaycan di cotmeha 2020’an de di şerê Qerebaxa Çiyayî de hatibûn pêşberî hev.

Di şer de Azerbaycan zora Ermenistanê biribû û 7 deverên di destên Ermenistanê de dagir kiribû.

Paşê, bi navbeynkariya Rûsyayê her du alî ji bo sekinandina şer li hev kiribûn û peymaneke agirbestê îmze kiribûn.

Li gorî daneyên fermî, di şer de nêzîkî 4 hezar leşkerên Ermenistanê û 3 hezar leşkerên Azerbaycanê hatibûn kuştin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …