Rûsya li Donetskê pêş de diçe

Rûsya îdîa kir li rojhilatê Ûkraynayê 5 wargehên ketin ketine bin kontrola wê

Herwiha Rûsya diyar kir, li Ûkraynayê gelek sîstemên çekên NATO’yê hatine hilweşandin

Wezîrê Parastinê ya Rûsyayê Sergey Şoygû derbarê rewşa dawî ya li eniya Donbasê daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist.

Fuzeyên HIMARS. Ukrayna li dijî Rûsyayê ev çek bi awayekî kêrhatî bikar tîne.

Şoygû di axaftina xwe de îdîa kir, artêşa rûs li Donetskê 5 wargehên din jî bi dest xistine.

Li gorî wezîrê rûs deverên ketine bin kontrola Rûsyayê ev in: Grigorovka, Berestovoe, Stryapovka, Pokrovskoe, Semigorie.

Wezîrê rûs got, di sefera dawî de santrala termalê ya herî mezin a Ewrûpayê Uglegorskaya ketiye bin kontrola Rûsyayê.

Şoygû hin detayên êrişên li dijî sîstemên çekên NATO’yê yên li Ûkraynayê jî da.

Wezîrê rûs got, di êrişên Rûsyayê de 33 howîtzer, 200 roketên HIMARS û 39 fuzeyên Toçka-U hatine tunekirin

Moskow DYA’yê tometbar kir 

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov. .

Daxuyaniyek din a Rûsyayê di heman rojê de ji aliyê berdevkê wezareta parastinê Îgor Konaşenkov ve hate dayîn.

Konaşenkov di daxuyaniya xwe de qala hevkariya Amerîkayê û Ûkraynayê kir û û got, Washington bi rengekî aktîf di şer de cîh digire.

Berdevkê Rûs li ser êrişên li dijî hedefên sivîl ên parêzgeha Donetskê jî axîvî û got, ev êriş bi destûra rêvebiriya Joe Bîden a Amerîkayê pêk tê.

Konaşenkov li ser êrişa dawî ya li girtîgeha Yelenovkayê jî agahî dan û careke din îdîa kir, ev êriş bi fuzeyên ku amerîka dane Ûkraynayê hatiye kirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …