Pelosi dest bi tûra xwe ya Asya-Pasîfîkê kir

Di tûra Pelosi de herî zêde bersiva vê pirsê tê miraqkirin:

Gelo wê berdevka Meclîsa Nûnera a Amerîkayê Nancy Pelosi biçe Taywanê?

Cîhan bi rojane tûra Asyayê berdevka Meclîsa Nûneran Amerîkayê Nancy Pelosi nîqaş dike.

Taywan giraveke nêzîkî rojhilatê Çînê ye ku nifûsa wê bi qasî 23 milyonî ye. Welat ji 1949’an de xwedî rêvebiriya xwe ye serbixwe ye.

Pelosî di çarçoveya vê tûra xwe de, îro danê sibehê gihîşt Sîngaporê.

Piştre jî wê Pelosî biçe serdana Malezya, Koreya Başûr û Japonyayê.

Pelosî di daxuyaniya xwe ya ewil de ragihandibû, ew ê du geşta xwe ya Asyayê de biçe serdana Taywanê jî.

Gefa Çînê

Piştî vê lîderê Çînê Xi Jînpîng daxuyaniyek dabû gef li Amerîkayê xwaribû.

Serokê Çînê gotibû, bi serdana Pelosî ya Taywanê Amerîka bi agir dilîze û aloziya li herêmê kûrtir dike.

Herçî Pelosî ye, piştî daxuyaniya ewil, heta niha derbarê serdana xwe ya Taywanê de tu agahî neda ye.

Taywan giraveke serbixwe ye lêbelê Çîn bi hinceta ku parçeyeke wê ye, serxwebûna vê gravê qebûl nake.

Rêvebiriya li giravê bi armanca xurtkirina kapasîteya parastina welêt hefteya borî tetbîqateke deryayî lidarxistibû.

Seroka Taywanê Tsai Ing-Wen jî tevlî tetbîqatê bûbû û bi vî awayî di asta siyasî ya herî bilind de biryardayina parastina welêt nîşan dabû.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …