Ji Îspanyayê deklerasyona enternasyonalîst

 

 

 

Her çar partiyên siyasî yên herêmî yên li Îspanyayê bi deklerasyoneke hevpar êrîşen dawî yên Tirkiyeyê û stratejiya wê ya çewsîner a li dijî hêzên demokratîk şermezar kirin. Belgeya hevpar ji aliyê Bloka Neteweperest a Galîsî (BNG) ya Galîsyayê, Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a Katalonyayê, Yekitiya Gelê Bask Bibe Yek (EH Bildu) ya Welatê Bask û Puyalon de Cuchas a ji Aragonê ve hat îmzekirin.

Di deklerasyona 28’ê Tîrmehê de êrîşa Sirûcê (Pirsûs) wekî “êrîşeke fîzîkî ya li dijî piştgiriya enternasyonalîst” û “erîşeke sembolîk a li dijî projeya damezrandina alternatîfa civakî, aborî û siyasî ya şoreşger a li Rojava” hat binavkirin.

Stratejiya dewletê ya sistkirina kontrolên li ser sinor a ji bo rêxistina radîkal a îslamî di deklerasyonê de hat rexnekirin û hat diyarkirin ku “pêvajoya muzakereyên aştiyê yên ji 2010 û vir ve di navbera hikumetê û tevgera rizgariya neteweyî û civakî ya kurd de dihate meşandin bi tevahî sekiniye û hêviya aştiyê ji holê rabûye.”

Deklerasyon li ser “stratejiya çewsîner” a Tirkiyeyê sekinî û got ku ew “faşîzma fûndamentalîst a Dewleta Îslamî” û “şerê gel ê xwerêxistinkirî yên kurdan ê li ser navê jiyanê, wekheviya çandî, antîfaşîzm, demokrasiya radîkal û rizgariya jinê” wekhev dibîne.

Di deklerasyonê de bang li hikumeta Tirkiyeyê hat kirin ku bilez dev ji stratejiya xwe ya çewsîner a li dijî tevgera kurd û opsiyonên demokratîk û polîtîk ên ji bin ve berde. Herwiha ji hikumetê hat xwestin ku kesên hatine girtin serbest bên berdan û bi riyên aştiyane meseleyê çareser bike.

Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin û jê hat xwestin ku dev ji stratejiya xwe ya klasîk a bi tenê ji dûr ve temaşekirina pevçûnê berde û di vê mijarê de aktîf tevbigere.

Înfowelat

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …