Dibistana kurdî rastî êrîşa tîmên taybet hat

 

 

 

Li Geverê Dibistana Seretayî a Dayika Uveyş ku perwerdeya zimanê kurdî dida, rastî êrîşa tîmên taybet hatin.

Li Geverê Dibistana Seretayî ya Dayika Uweyş ku ji aliyê KURDÎ-DER’ê û bi desteka gel ve hatibû vekirin, îsal beriya ku zengila dibistanê lê bide bi êrîşa tîmên taybet re rû bi rû ma. Tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî seat di 04.00’an de bi ser avahiya dibistana kurdî ya ku tu kes lê tune bû de girtin. Tîmên taybet deriyê dibistanê şikandin û ketin hundirê dibistanê.

Tîmên taybet derdora dibistana li Parka Çandê ya Apê Mûsa girtin û piştî kulubeya li parkê û avahiyên li parkê hilweşandin, êrîşî disbistanê kirin. Tîmên taybet hemû pencereyên avahiyê şikandin û dawiyê deriyê avahiyê şikandin. Tîmên taybet ên ku ketin hundir mase, tabloyên nivîsên kurdî li ser hebûn, pano û wêneyên “Şêrînok” û Tom û Jerry” şikandin. Tîmên taybet textê dibistanê gulebaran kirin û anîn asta ku neyên bikaranîn. Hat zanîn ku tîmên taybet piştî dibistan tarûmar kirin ji hundirê dibistanê derketin.

Jêder: Jinha

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …