Li gundan perwerdeya mafên jinê

Serektiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Amedê, ji bo li gundan xebatên perwerdekirina jinan bimeşînin Ekîba Gerîde ya Gundan saz kir. Ekîba Gerîde ya Gundan destpêkê li gundê Qilêşa Erxaniyê xebatên vekolîna qadê kirin û bi dû re li Kaygusuz û Dedeya Pîranê jin der barê mafên jinan de agahdar kirin.

Serektiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya me, ji bo li gundan xebatên perwerdekirina jinan bimeşînin Ekîba Gerîde ya Gundan saz kir. Ekîba Gerîde ya Gundan destpêkê li gundê Qilêşa Erxaniyê xebatên vekolîna qadê kirin û bi dû re li Kaygusuz û Dedeya Pîranê jin der barê mafên jinan de agahdar kirin. Gotar ji aliyê perwerdekarên bi ser Midûrtiya Şaxa DÎKASUM ve hate kirin û behsa ‘maf’ û zayenda civakî hate kirin.

Di gotarê de bal hate kişandin ku cudahiya fîzîkî û biyolojîk a navber jin û mêran ji xwedêdanê ve heye û hate diyarkirin ku rolên zayenda civakî a navbera jin û mêran tevahiya wan têkiliyan e ku wek civakî û komelayetî hatine destnîşankirin.

Di gotarê de hate aşkerekirin ku temen, çîn, gund an jî bajêr û şêwaza jiyana wan, faktorên wek erdê lê jiyan tê domandin ji bo diyarkirina zayenda civakî xwedî bandor in û piştre broşûr li jinan belav kirin. zarokên ku bi dayikên xwe re hatine bernameya perwerdeyê ji bo canbêzar nebin li yarîgehên Dibistanên Çand û Hunerê ji bo wan xizmet hate dayîn.

Armanca wan, xwe bigihînin bêhtir jinan

Perwerdekara DÎKASUMê Sevda Kayar, der barê xebatê de agahî dan û got, wan li Qilêşa Erxaniyê xebata qadê kiriye û seh kiriye ka daxwazên jinan çi ne. Kayar destnîşan kir, piştre wan li Kaygusuz û Dedeya Pîranê xebat meşandiye û weha got, “Em li ser mijarên cur bi cur sekinîn; têgeha mafî, pênaseya zayenda civakê, newekheviya jin û mêran, me dan ber nîqaşan û ligel wateya van têgihan; em li ser hindê rawestiyan ka li meydanan, li nav malê, li derveyî malê, bi destê dewletê û bi çavê civakê binpêkirina mafên jinan çi ne? Jin herî pir di kîjan qadê de tengasiyan dikêşin? Ev li gundan çawa pêk tên û çi neheqî li wan dibe?” Kayar aşkere kir ku ew tenê xebatê ji bo jinên navenda Amedê nakin, ew dixwazin vê xebatê ji bo jinên li gund û waran jî dijîn pêk bînin.

Mafên jinan, zayenda civakê û perwerdeya zarokan

Kayar daxuyand ku ew ê pêla duyan a perwerdeyê li gundê Kuyulara Henê bidomînin û got, di vê perwerdeyê de ew ê li ser têgeha mafî, binpêkirina mafên jinan, zayenda civakî, perwerdeya zarokan rawestin. Kayar, bi bîr xist ku bernameya wan dê li Pasûrê bidome û got, Ekîba Gerîde ya Gundan mebest ew e ku li hemû gundên bikaribe xwe bigihînê perwerdeya jinan pêk bîne.

Jêder: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …