Home / Zıman / Dejenerasyon û zimankujî

Dejenerasyon û zimankujî

Necat Ayaz

Îrenîûs: Tiştekî çiqas ecêb e ku di nava îngilîzan de bi zimanê îrlandî bê axaftin? Tiştekî sosret e ku miletekî ji zimanê miletekî din hez bike. Ev, karên kesên çepel in û sebeba gelekî xerabiyan e.

Di dawiya sedsala 16.an de îngilîzên ji xwe bawer êdî li hember berxwedana arîstokrasiya Îrlandayê gav bi gav nêzîkî serkeftina dawî dibin. Di encama êrişên nêzîkî 400 sal in dom kiribûn, hema hema li her aliyê giravê otorîteya monarşiya Londonê hatibû sazkirin. Lêbelê desthilatên anglo-sakson nikarin serkeftinên xwe yên leşkerî veguherinîn serkeftina zimanî û ji bo vê li çareyan digerin. Serdestiya îngilîzî ya li giravê li wir bihêlin, ingilîzên li giravê hatine bicîkirin, di nava demê de terka zimanê xwe dikin û dest bi axaftina galîkî dikin. Nivîskarê îngilîz Edmund Spencer (1596) di berhemeke xwe de bi riya diyaloga di navbera Îrenîûs û Eûdoksûs de vê rewşê wisa vedibêje:

Îrenîûs: Tiştekî çiqas ecêb e ku di nava îngilîzan de bi zimanê îrlandî bê axaftin? Tiştekî sosret e ku miletekî ji zimanê miletekî din hez bike. Ev, karên kesên çepel in û sebeba gelekî xerabiyan e.

Axaftina bi zimanekî din, ji aliyê nivîskarên îngilîz wekî “dejenerasyon” tê binavkirin û ji wê demê û şûn ve ev peyv di ferhengan de ciyê xwe digire. Helbet ev kesên ji bo asîmîlasyona îngilîzan a di nava îrlandiyan de hawar dikin, li aliyekî din jî ji bo hilweşîna zimanê galîkî plan û projeyên asîmîlasyonê pêşkêşî desthilatan dikin. Lê hevkariya wan a bi kolonyalîzma îngilîz re ne tê de, wateya ku wan li peyva dejenerasyonê bar kirî ye heqîqetekê îfade dike: Bi axaftina bi zimanekî din dejenerasyon e!

Asîmîlasyona cotkarên îngilîzî ya di nava hawîrdora galîk de bi polîtîkayên qraliyetê hat sekindandin û bi vî awayî dawî li “dejenerasyona” zimanî hat anîn. Li eniya dijber jî, li dijî dejenerasyona îrlandiyên bi îngilîzî diaxivîn însîyatîfên xurt derketin holê. Armancên wan cuda be jî, ji bo her du aliyan parastina ziman mijarek pir zêde krîtîk bû.

Tevna proseya jandar bi rengekî wisa hatiye danîn ku hemû derfetên lidijderketinê yek bi yek ji destê civakê digire. Bi gotineke din, çavên divê bibîne kor û zimanê divê bêje lal bûne. Wisa xuya ye, ji bo di vê dema zimankujiyê de tu xirecir pêk neyên, ligel kurdan konsensûsek jî pêk hatiye.

Îcar dema em bi vê agahiya dîrokî li meseleya zimanê kurdî dinêrin, em bi rastiyeke kambax re rû bi rû dimînin. Li çaraliyê welêt, bi taybetî çi mezin çi jî biçûk hema bêje li hemû bajaran axaftina tirkî normalîze bûye. Tiştê ji vê jî ecêbtir ev e, di nava civakê de li hemberê vê zimankujiya ewqas zelal heta niha tu reaksiyonek cidî derneketiye holê. Yek ji sebebê vê yekê, hilweşandina wateya peyva “dejenerasyonê” ye. Axaftina bi tirkî, ji ber helwesta erênî ya elîtên kurd a ji bo vî zimanî, bi salane “dejenerasyona zimanî” nayê qebûlkirin. Wekî li gelek aliyên cîhanê, kuştina ziman bi hilweşandina wateya vê têgehê re paralel dimeşe.

Eger hûn ji min pirs bikin “gelo di vê mijarê de ferqa me û xelkê ji hev çi ye?” bersiva min amade ye: Li welatên din şîdet jî tê de, xelk qiyametê rakir û li dijî zimankujiyê di ber xwe dan. Lêbelê li cem me, tevna vê proseya jandar bi rengekî wisa hatiye danîn ku hemû derfetên lidijderketinê yek bi yek ji destê civakê digire. Bi gotineke din, çavên divê bibîne kor û zimanê divê bêje lal bûne. Wisa xuya ye, ji bo di vê dema zimankujiyê de tu xirecir pêk neyên, ligel kurdan konsensûsek jî pêk hatiye. Îcar ez ê ji we pirs bikim: Ev çawa mimkûn dibe? Û çima?

Ev nivîs di hejmara 46.an a rojnameya Xwebûnê de hatiye weşandin

About Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Athens, Greece since 2019. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Check Also

Li Başûrê Mongolyayê serhildana ji bo ziman

Dibistan ji bo netew-dewletan navendên asîmîlasyona nasnameyên cihê yên etnîk û ziman in.Çîna ku dixwaze …