Damezrandina xwerêvebirina Aranê hat pîrozkirin

 

 

 

Salvegera damezrandina Konseya Giştî ya Aranê,  li herêma Aranê ya li Îspanyayê hat pîrozkirin. Çalakiyên pîrozkirina damezrandina xwerêvebirina Aranê li paytext Vielhayê di 13’yê Hezîranê de dest pê kir û heta 17’yê mehê dom kirin.

Newala Aran herêmeke xweser a di nava axa Katalonyayê de ye. Konseya Giştî ya Newala Aranê zêdetirî 150 sal şûn de, di 17’yê Hezîrana 1990’an ji aliyê Hikumeta Katalonyayê ve hatibû damezrandin. Kurtedemek berê jî qanûneke nû ya bi navê Qanûna Rejîma Taybet a Aranê ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê ve hatibû qebûlkirin. Bi vê qanûnê Aran wekî “realîteya neteweyî ya oksîtan” hatibû naskirin. Di qanûnê de peywir û hêzên konseya Aranê, lidarxistina hilbijartinan, mafên sivîl ên welatiyan, rêxistina îdarî, perwerde, ewlekarî û hwd. ji nû ve hatine terîfkirin.

spain_clip_image009

Newala Aran herêmeke çiyayî ya li bakurêrojavayê Katalonyayê ye ku firehbûna wê 633 6 km2 ye. Zêdetirî 10,000 welatî ku zimanê aranî ya bi oksîtanî re têkildar e diaxivin, li vê herêmê dijî.  Herêm di sedsala 13’emîn de ketibû destê Qralîyeta Aragonê ku katalan di rêvebiriya wê de serdes bûn. Ji sala 1313’an heta 1834’an meşrûiyeta mafên dîrokî yên Aranê ji aliyê dewletên cîran hatiye naskirin. Lê di 1834’an de Qralîyeta Îspanyayê bi awayekÎ yekalî dawî li Konseya Giştî yê Aranê û mafên Aranê aniye û herêmê bi ser wîlayeta Lleida ya Katalonyayê ve kiriye.

Jêder: Conselharan.org, Jornalet.com

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …