Li Sarawakê tevgera xweseriyê pêş dikeve

Li herêma Sarawakê ya girêdayê Malezyayê ji % 11’yê welatiyan daxwaznameyekê ji bo xweseriyê îmze kirin. Di heman demê de anketeke dawî jî derxist holê ku ji % 85’ê welatiyên li Sarawakê daxwaza xweseriya herêmê dikin.

Platforma xweserîxwaz Sarawak ji bo Sarawakiyan (Bi îngilîzî Sarawak 4 Sarawakians-S4S) da xuyakirin ku wê 300,000 îmzeyên ku daxwaza xweseriya berfireh a di nava Malezyayê de dikin berhev kiriye. Ev hejmar beranberê ji % 11’yê hemû nifûsa herêmê dike û lewma ji bo platformê serfiraziyek tê hesibandin.

Bi anketekê jî derket holê ku li herêmê li gorî komên etnîk desteka ji bo serxwebûnê wiha ye: Çînî % 95, bumiputerayên misilman % 79 û bumiputerayên ne misilman ji % 79. Ev rêje nîşan didin ku desteka ji bo xweseriyê di nava welatiyên çînî de pir bilind e.

malaysia_sarawak_sabah2

Platforma S4S bi xebata xwe bi ser ket ku mijara xweseriyê têxe nava rojeva siyasî ya herêmê. Ji ber xurtbûna platforma xweseriyê, wezîrê Sarawakê Tan Sri Adenan Satem û serokê partiya mixalif Baru Bian didin xuyakirin ku armanca wan a sereke xweseriya herêmê ye.

Di 2015’an de Serokwezîrê Malezyayê Datuk Seri Najib Tun Razak pakêta yekemîn a transferkirina hêzên xweseriyê yên ji bo Sarawakê qebûl kir. Mixabin paşê guherînên qanûnî ku ji bo avêtina vê gavê pêwîst bûn, hatin taloqkirin.

Sarawak tevlî herêmên Sabah, Malaya û Sîngaporê ku hemû jî koloniyên Brîtanyayê bûn, di 1963’an de Federasyona Malezyayê pêk anî. Di peymana damezrandina federasyonê de ji bo Sarawak û Sabahê xweseriyeke berfireh hat naskirin lê di pratîkê de Malezya xweseriyeke bi sînor a van her du herêman xist meriyetê. S4S daxwaz dike ku ji bilî karên derve, parastina herêmê û ewlehiya navxweyî, hemû hêzên din transferê herêmê bê kirin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …