Hûsiyên Yemenê, salvegera raperîna li San’ayê pîroz kirin Di bin navê bîranîna vê rojê de, şoveke leşkerî hat lidarxistin Fuzeyên menzîldirêj ên li welêt hatibûn çêkirin, balê kişandin ser xwe Hûsiyên Şiî li bajêr bîranîna heştemîn a raperîna xwe pîroz kirin. Bi tevlîbûna bi hezaran leşkerên ji her beşên artêşê, …
Bêtir »MRG rapora 2021’an weşand
MRG wekî her sal îsa jî lîsteya Gelên bi Xetereyê re rû bi rûne weşand. Rêxistinê li gorî asta xetereyê welatên binpêkirina mafên kêmar û xweciyan lê pêk tên di lîsteyê de bi cî kir. Sûriye ku ev 10 sal in lê şerê navxweyî pêk tê, di mijara gelên di …
Bêtir »Bihara Ereban bindestiyê girantir kir
Ji vir 10 sal berê li welatekî Ereb çirûskek ji bo azadiyê pêket û paşê hemû welatên Ereb da ber xwe û belav bû.Ev tevgera bêhempa ewqas bibandor bû ku dewletên Ereb pê serûbin bûn û rêvebiriyên bihêz di encama wê de hilwşiyan.Rêvebiriyên Mûamer Qedafî, Abîdîn Bin Alî, Husnî Mubarek …
Bêtir »Yemeniyên başûrî yekitiya bi bakur re protesto kirin
Di salvegara yekitiya Yemenê de wekî her sal li Yemena Başûr xwepêşandan hatin lidarxistin û hikumeta navendî hat protestokirin. Hikumeta Yemenê îsal xwest serfiraziya leşkerî ya li dijî El-Qaîdeyê veguherîne hestên welatparêziya Yemenê û li ser vê bingehê pîrozbahiyên xurt ên ji bo yekitiyê li dar bixe. Lê …
Bêtir »Li Yemenê şeş herêm tên damezrandin
Serokê Yemenê Abd Rabbu Mansûr Hadî di 8’ê Sibatê de plana damezrandina dewleteke federal erê kir. Li gorî plana reorganîzasyona îdarî ya nû, wê li welat 6 herêm bên damezrandin. Di sîstema nû ya federal de ji şeş herêmên tên damezrandin wê çar herêm li bakur û du …
Bêtir »Yemen derbasî sîstema federal dibe
Konferansa Diyaloga Neteweyî biryarê da ku Yemenê veguherîne dewleteke federal. Encama federalkirina Yemenê piştî nîqaşên di navbera nûnerên hêzên siyasî yên Yemenê de ku bi mehan dom kir, derket holê. Sekreterê Konferansa Neteweyî General Ahmed Awad bin Mubarak di derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Mubarak …
Bêtir »Li Yemena Başûr xwepêşandana ji bo serxwebûnê
Bi dehezaran welatiyên Başûrê Yemenê bi daxwaza serxwebûnê di 12’ê Çiriya Pêşîn de li paytext Adenê meşiyan. Ji ber ku Başûrê Yemenê di 1967’an de di vê rojê de ji kolonyalîzma Brîtanya rizgar bûbû, roj di dîroka başûr de xwedî ciyekî taybet e. Ji aliyê beşdariya berfireh, vê meşê bû …
Bêtir »Li Yemenê nakokiya Başûr û Bakur kûr dibe
Partiyên Yemenê di warê ku wê çend eyaletên Yemena federal damezrînin li hev nekirin. Partiyên siyasî yên bakur pêşniyaz dikin ku şeş herêmên xweser bên damezrandin lê başûrî dixwazin du eyaletên federal ên ku xwedî mafê biryardayina qedera xwe ne, bên damezrandin. Li Yemenê bi armanca damezrandina welatekî demokratîk û …
Bêtir »