Amerîka li hember Îranê paş ve gav navêje

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan li ser aloziya Amerîka-Îranê ji NBCyê re axivî.

Sullivan piştrast kir, ew ê êrîş û tedbîrên din li dijî komên girêdayî Îranê yên li Rojhilata Navîn bidomin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand, ew ê êrişên li dijî komên destekê ji Îranê digirin, bidomînin.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan li ser vê mijarê ji NBCyê re axivî.

Sullivan piştrast kir, ew ê êrîş û tedbîrên din li dijî komên girêdayî Îranê yên li Rojhilata Navîn bidomin.

Şêwirmendê amerîkî li ser pirseke pêşkêşvanê bernameya NBCyê wiha axivî:

“Ez ê îro di vê bernameya nûçeyên neteweyî de derbarê ka me di warê tedbîrên leşkerî de çi biryar girtine neaxivim. Tiştê ku ez bêjim ev e, serok bi biryare ku bi rêbazên şîdetê bersiva êrişên li dijî welatiyên me bide. Tevî vê jî, serok naxwaze li Rojhilata Navîn şerekî pêk were.”

Balafirên amerîkî di sê rojên dawî de li Sûriyê, Iraq û Yemenê êriş biribûn ser alîgirên Îranê û di encaman 39 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTKOM ragihandibû, wan li 85 navendên Feyleq El-Quds a girêdayî Pasdarên Îranê û hin komên din ên paramîlîter xistî ne.

Kendav û Deryaya Sor 

Amerîkayê di tebax 2023’an de jî çend keştiyên şer tevlî balafirên F-35 û F-16 şandibû Kendava Îranê.

Paşê, qismeke hêzên deryayî yên Amerîkayê tevlî keştiyên brîtanî gihîştibûn Deryaya Sor.

Amerîkayê di tebax 2023’an de jî çend keştiyên şer tevlî balafirên F-35 û F-16 şandibû Kendava Îranê.

Pentagon ji bo vê biryara xwe, pêkanîna rotaya bazirganiya petrolê ya di Tengava Hurmuzê re derbas dibe hincet nîşan dabû.

Paşê, qismeke hêzên deryayî yên Amerîkayê tevlî keştiyên brîtanî gihîştibûn Deryaya Sor.

Vê hêza leşkerî, bi hinceta pêşîgirtina êrişên li dijî keştiyên bazirganiyê çend cara bombe li hedefên hûsiyên Yemenê barandibûn.

Infowelat

———————–

Foto: Bernameya NBCyê ya Jake Sullivan tevlî bû. /X.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amerîka û Brîtanya êrişî Yemenê kirin

Hêzên hewayî yên Amerîka û Brîtanyayê Yemena di bin kontrola hûsiyan de bombebaran kirin. Hedefa …