Li Yemena Başûr xwepêşandana ji bo serxwebûnê

Bi dehezaran welatiyên Başûrê Yemenê bi daxwaza serxwebûnê di 12’ê Çiriya Pêşîn de li paytext Adenê meşiyan. Ji ber ku Başûrê Yemenê di 1967’an de di vê rojê de ji kolonyalîzma Brîtanya rizgar bûbû, roj di dîroka başûr de xwedî ciyekî taybet e.

Ji aliyê beşdariya berfireh, vê meşê bû meşa herî mezin a li Adenê ku di pêvajoya 2 sal û 9 mehên dawî de hatine lidarxistin. Digel ku hin kesên di meşê de bi afîşên di destê xwe de destekê dan derbeya leşkerî ya li Misrê û tevgera Hîzbulahê ya li Libnanê jî, piraniya meşvanan ji alîgirên doza federalîzm û serxwebûna Başûr pêk hatin.

Li Yemenê ji bo çareserkirina dijberiya di navbera Başûr û Bakur de demeke dirêje Konferansa Diyaloga Neteweyî tê li dar xistin. Bi vê konferansê tê xwestin ku bi riya lidarxistina referandûm û hilbijartineke giştî, pêşnûmaya destûreke bingehîn bê amadekirin. 18’ê Îlona 2013’an roja dawî ya pêkanîna vê armancê bû lê ji ber ku aliyan li hev nekirin, konferans bi ser neket. Bi vê pêvajoyê dihat hêvîkirin ku aliyên hevpar ên di navbera partiya îktîdarê Kongreya Giştî ya Gel û Partiya Civîna Hevpar a ku mixalefetê temsîl dike, bê kêmkirin.

Partiya Civîna Hevpar ji çend partiyên mixalefetê ku nava wan de Cemaeta Yemenî ya Reformê (Islah) ku navenda desteka wê li Bakur e û Partiya Sosyalîst a Yemenê ku li başûr hatiye damezrandin, pêk tê.

Piştî her du aliyên Yemenê di 1967’an de ji serdestiya Brîtanyayê veqetiyan, heta 1990’î serbixwe man û di 22’ê Gulana vê salê de bûn yek. Piştî yekitiyê, pêvajoya demokratîkbûnê, hilbijartin, parvekirina zengîniya welat hat destpêkirin lê kurtedemeke şûn de pêvajo sekinî. Ji wê demê vir ve, lîderên başûr didin xuyakirin ku çavkaniyên başûr û rojhilatê erda wan ku xwedî nifûseke kêm e, ji aliyê Bakurê ku civaka wê di bin serdestiya eşîran de ye, tê desteserkirin. Di 1994’an de nakokiya di navbera her du aliyan de kûr bû û şerekî navxweyî rû da. Di vî şerê kurt de hêzên başûrî têk çûn û bi hezaran derdorên polîtîk û leşkerî ji Başûr reviyan.

Serhildana 2011’an a li hemberê rejîma dîktatoriyê ji bo çareserkirina problemên navxweyî hêviyek bi xwe re anî lê demeke şûn de hêzên başûrî baweriya xwe ya bi sîstema nû ya polîtîk û Konferansa Diyaloga Neteweyî winda kirin. Yek ji sedema vê yekê ev bû ku bajar û hêzên polîtîk ên başûrî rastî êrîşên çekdar hatin ku piraniya wan ji aliyê El-Qaîdeyê hatin meşandin. Tevgera Başûr Hirak a ku federalîzma du-eyaletî dixwaze, dide xuyakirin ku başûr bûye yek. Lê Hirak ji gelek partiyên siyasî û komên ku ji bo lîdertiya partiyê di nava têkoşînê de ne pêk tê.

Çend roj beriya meşa Adenê, Serokê Yemenê yê nû da zanîn ku diyaloga neteweyî ya welat dike bigihîje encamekê û ji bo “Yemena federal û yekgirtî” demeke pirt kurt maye. Mixabin faktorên di aleyhê lihevkirinê ku di nava wan de boykotkirina diyalogê ji aliyê komên girêdayî Tevgera Başûr jî hene, hêviya çareseriyekê kêm dike.

Çavkanî: Toward Freedom

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …