Bihara Ereban bindestiyê girantir kir

Ji vir 10 sal berê li welatekî Ereb çirûskek ji bo azadiyê pêket û paşê hemû welatên Ereb da ber xwe û belav bû.

Ev tevgera bêhempa ewqas bibandor bû ku dewletên Ereb pê serûbin bûn û rêvebiriyên bihêz di encama wê de hilwşiyan.

Rêvebiriyên Mûamer Qedafî, Abîdîn Bin Alî, Husnî Mubarek û Abdulah Saleh hatin hilweşandin û rêvebiriyên welatên din jî hatin ber hilweşandinê.

Lê belê li gel vê yekê jî dawî li zilma desthilatiyên nû nehat û alozî hîn jî berdewam e.

Niha di deh saliya vê tevgerê de, xêr û gunehên vê pêvajoyê tê nirxandin.

Çalakiya Mihemed Bûazîzî ya di 2010’an de, derî li serhildanek nedîtî ya li Rojhilata Navîn vekir.

Bûazîziyê ku li kolanan firoşkariyê dikir, ji bo protestokirina şaredariyê di 17ê kanûnê de li paytext Tûnisê agir berda bedena xwe.

Ev çalakî bû sebeb ku li hember dîktatoriya Abîdîn Ben Alî hêrsa gel biteqe û li her aliyê welêt gel serî hilde.

Ben Aliyê ku bi dehan sal li ser kar bû, neçar ma dest ji kar berde û terka welêt bike.

Lê agirê serhildanê bi Tûnisê re bi sînor nema û belavî her aliyê Rojhilata Navîn bû.

Ji Marokê û Cezayirê heta Sûriye, Yemen. Libnan û Behreynê serhildanên civakî dest pê kirin.

Muhammed Bûazîzî xwe di 17’an kanûna 2010’an de xwe şewitand. Ev çalakî li Tûnûsê bû destpêka serhildaneke berfireh. Paşê li welatên din ên ereban protesto dest pê kirin.

Lê agirê serhildanê bi Tûnisê re bi sînor nema û belavî her aliyê Rojhilata Navîn bû. Ji Marokê û Cezayirê heta Sûriye, Yemen. Libnan û Behreynê serhildanên civakî dest pê kirin.

Serhildana li Misrê dor li dîktatorê herî navdar ê welatên ereb Husnû Mûbarek teng kir û di dawiyê de rêvebiriya Mubarek hat hilweşandin.

Paşê şewata serhildanê gihîşt Yemenê û dawî li rêvebiriya Ali Abdullah Saleh a li Yemenê hat anîn.

Lê di vê navberê de hêzên emperyalîst dest bi manîpulasyona serhildanê kirin û bi midaxaleyeke bixwîn dawî li rêvebiriya Qedafî ya li Lîbyayê anîn.

Jin bi rengekî aktîf tevlî protestoyan bûn ku li hemberê hukumetên gendel hatin lidarxistin.

Bi dehan bajarên qedîm hatin hilweşandin, bi sedhezaran mirov hatin kuştin bi milyonan qurbaniyên şer dan ser riyên biêş ên penaberiyê.

Ji sala 2012’an û şûn ve Bihara Ereban êdî ji riya xwe ya ji bo azadî mafên civakî derket û li Sûriye, Yemen û Lîbyayê şerên navxweyî dest pê kirin.

Her sê welat, bilez veguherîn sehneya şerê di navbera hêzên navneteweyî û dûvikên wan ên herêmî de.

Bi dehan bajarên qedîm hatin hilweşandin, bi sedhezaran mirov hatin kuştin bi milyonan qurbaniyên şer dan ser riyên biêş ên penaberiyê.

Husnî Mubarek, Ben Alî û Kaddafî. Rêvebiriya her sêyan jî di encama alozî û an şerê navxweyî de hatin hilweşandin.

Bihara ereban ji bo edaletê dest pê kir lê bû sebeba bêedaletiyê, wê soza azadiyê da gelên bindes lê bû sebeba koletiyeke ji dema berê girantir.

Bi gotineke din, Bihara Ereban ku bi xewna Rojhilata Navîn a Azad dest pê kir, bû sebeba hilweşîneke bê hed û hesab ku hîn jî encamên wê bi hemû kambaxiya xwe didome.

Îro ji bo bi dehan milyonên welatiyên li Sûriyeyê, Yemen û Lîbyayê êdî ne qala welatekî ne jî qala miletekî dikare bê kirin.

Bi gotineke din, bihara ereban ji bo edaletê dest pê kir lê bû sebeba bêedaletiyê, wê soza azadiyê da gelên bindes lê bû sebeba koletiyeke ji dema berê girantir.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …