Li Yemenê nakokiya Başûr û Bakur kûr dibe

Partiyên Yemenê di warê ku wê çend eyaletên Yemena federal damezrînin li hev nekirin. Partiyên siyasî yên bakur pêşniyaz dikin ku şeş herêmên xweser bên damezrandin lê başûrî dixwazin du eyaletên federal ên ku xwedî mafê biryardayina qedera xwe ne, bên damezrandin.

Li Yemenê bi armanca damezrandina welatekî demokratîk û ne-navendîparêz, çend mehin Konferansa Diyaloga Neteweyî didome. Nîqaşên sereke yên di vê konferansê de li dora damezrandina federalîzmê tê li dar xistin lê di vî warî de aliyên siyasî yên Başûr û Bakur li hev nakin.

Koma Krîzê ya Navneteweyî di analîzeke xwe ya dawî de diyar ku “digel ku li dora strûktûra federal de konsensûseke derdive holê jî hêmanên krîtîk hîn jî nehatine çareserkirin” ku ev jî ji tarîfkirina sînorên îdarî yên herêman û belavkirina hêza siyasî û parvekirina çavkaniyên aboriyê pêk tê.

Tevgera Başûr ku veqetîna Başûrê Yemenê diparêze, dixwaze du eyaletên federal (Bakurê Yemênê û Başûrê Yemenê) ku xwedî diyarkirina mafên qederê ne bên damezrandin. Partiyên ku alîgirên domandina yekitiya her du parçeyan e dixwazin bêyî ku mafê diyarkirina qederê bê naskirin çend  yekeyen federal bên damezrindin. Li gorî van partiyan, divê ji Başûrê Yemenê çend eyaletên federal ên biçûk bên damezrandin.

Serokê Yemenê Mansûr Hadî dixwaze li Yemenê şeş eyaletên federal bên damezrandin. Du partiyên mezin ên li bakur Islah (partiya îslamî) û Kongreya Giştî ya Gel bi awayekî xurt li hember mafê diyarkirina qederê ya Başurê Yemenê disekinin. Abdulah Salih ku dîktatorê kevn ê Yemenê ye û serokê Kongreya Giştî ya Gel e, dibêje ku pêşniyazkirina damezrandina du eyaletan îxanet e.

yemen

Di warê aboriyê de Konferansa Diyaloga Neteweyî pêşniyaz dike ku dewlet û eyalet bi hev re çavkaniyên xwezayî bi rê ve bibin lê diyar dike ku divê tekane xwediyê çavkaniyan dewlet be.

Tevgera serxwebûnxwaz a Başûrê Yemenê diyar dike ku ew ê dev ji fikra serxwebûna Başûr bernede. Berdevkê Tevgera Başûr (Hirak) a Saîd Fûat Raşîd diyar kir ku wê di 11-12 Cotmehê de wê xwepêşandanên girseyî ya di bin slogana “dawî li dagirkirinê bînin” bên li dar xistin.

Li Yemenê du dewlet hebûn

Başûrê Yemenê di sala 1967’an de serxwebûna xwe bi dest xist û heta 1990’î serbixwe ma. Di vê demê de welat ji aliyê rejîmeke sosyalîst dihat birêvebirin. Di 1990’î de her du dewletên serbixwe yên li Yemenê bûn yek lê dewleta nû bi giranî ket bin kontrola hêzên bakur. Tevgera Başûr ji mêj ve diyar dike ku bakurî li ser wan serdestiyê dikin û li hember pêşketina sosyal a di dema sosyalîst de astengiyan derdixin. Di 1994’an de Başûrê Yemenê xwest ku ji yekitiyê veqete lê di şerekî kurt de têk çû.

Çavkanî: www.nationalia.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …