Li Yemenê şeş herêm tên damezrandin

 

 

Serokê Yemenê Abd Rabbu Mansûr Hadî di 8’ê Sibatê de plana damezrandina dewleteke federal erê kir. Li gorî plana reorganîzasyona îdarî ya nû, wê li welat 6 herêm bên damezrandin.

Di sîstema nû ya federal de ji şeş herêmên tên damezrandin wê çar herêm li bakur û du jî li bakur bin. Navên herêmên nû yên bakur Azal, Saba, Janad û Tahama ye û yên başûr jî Aden û Hadramût e. Sînorên herêmên tên damezrandin wiha ne:

Azal: Wîlayetên Damar, Amran û ji Saadaya ku keleya serhildêrên şiiyan e dikevin nava sînorên vê herêmê.

Aden: Ji paytexta Yemena Başûr a kevn Aden û Abyan, Lahej û Daleh pêk tê.

Hadramût: Ji El-Mahra, Şebwa û girava Socotrayê pêk tê.

Janad: Ji Taez û Ibbê pêk tê.

Saba: Bayda, Marib û El-Cawf di nava sînorên vê herêmê de ne.

Tahama: Ji Hudayday, Rima, Mahwît û Haccayê pêk tê.

Paytexta dewletê Sana digel ku wê ji aliyê coxrafî ve di nava sînorên Azalê de cî bigire, wê bibe paytexta dewleta federal û wê girêdayî ti heremekî nebe.

yemen_ndc

Siyasetmedarên başûrî hebûna şeş herêman red kirin

Wezîrê kevnê Yemena Başûr Muhamed Alî Ahmed di derbarê mijarê de got ku “Îlankirina şeş herêman li hemberê tiştên ku di diyalogê de hatibûn redkirin derbeyeke,” û diyar kir ku ji ber vê yekê ew ji hevdîtinan vekişiyaye.

Nasser El-Nawba jî ku yek ji damezrînerê rêxistina  serxwebûnxwaz a başûr Hirak e, da zanîn ku ew lihevkirina dawî red dike û tekane çareserî wekî beriya 1990’an, bi riya damezrandina du dewletan pêkane. Nawba di derbarê ku ew ê bi kîjan amûran doza xwe bimeşînin de wiha axivî: “Heta ku em bigihîjin serxwebûnê em ê têkoşîna xwe ya aştîxwaz bidomînin. Em li hember şîdetê ne.”

Li başûr damezrandina du herêman di warê kêmbûna otorîteya wan a li ser hemû erdên başûr serxwebûnxwazên başûrî ditirsîne. Bi taybetî jî damezrandina herêma Hadramûtê ya li rojhilata erdên başûr ku hin rezervên petrolê yên Yemenê li wir hene, fikarên başûriyan zêdetir dike. Başûrî ditirsin ku damezrandina vê herêmê wê kontrola wan a li ser rezervên petrolê kêm bike.

Kurtedîroka damezrandina dewleta federal

Di xwepêşandanên yemeniyan ên di 2012’an de serokê Yemenê yê kevn Alî Abdulah Salih mecbûr ma bû dev ji îktîdarê berde. Bi armanca li welat pêvajoya demokratîkbûnê bide destpêkirin Abd Rabbu Mansûr Hadî bû serokê demî yê Yemenê. Ji bo meşandina vê pêvajoyê, bi beşdariya hêzên siyasî yên Yemenê NDC (Konferansa Diyaloga Neteweyî) hat damezrandin û planên ji bo dîzayna welatê nû li wir hatin nîqaşkirin. Di NDC’ê de mijara ku herî li ser nîqaş hat kirin reorganîzasyona îdarî ya erdên welat bû. Hêzên başûrê Yemenê ku piraniya wan serxwebûnxwaz bûn, herî kêm doza damezrandina dewleteke federal ku ji du eyaletên xwedî hêzên mezin pêk dihatin, dikirin. Hêzên bakurî bi hinceta ku ew ê welat parçe bike li dijî ve daxwazê derdiketin. Bi armanca nîqaşkirina reorganîzasyona erdên welat, di bin NDC’ê de Komîteya Herêman hat damezrandin. Piştî nîqaşkirina hin pêşniyazên ji bo damezrandina herêman, lihev hat kirin ku li welat şeş herêm bên damezrandin.

Çavkanî: Thenational.ae / Ndyc.ye

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …