Derya Sor vediguhere navendeke aloziyê

Amerîka cara ewil li Derya Sor midaxaleyê hûtiyan kir û boteke leşkerên hûtî binav kir.

Tê ragihandin, ji meheke zêdetir e 23 keştî nêzîkî peravên Yemenê rastî êrişên hûtiyan tên.

Aloziya li dora rotaya bazirganiyê ya li Derya Sor roj bi roj mezin dibe.

Hûtiyên piraniya Yemenê kontrol dikin, êriş dibin ser keştiyên şîrketên bazirganiyê.

Hûtî diyar dikin, bi mebesta destekê bidin Xezayê, ew êrişî keştiyên şîrketên ku bi Îsraîlê re hevkariyê dikin.

Deh roj berê Amerîkayê ragihand, ew ê ji bo parastina rêya bazirganiyê hêzekê bişîne herêmê.

Duh hêza deryayî ya Amerîkayê cara ewil midaxaleyê hûtiyan kir û boteke leşkerên hûtî binav kir.

Wezareta Parastinê Pentagon da xuyakirin, bota hûtiyan hewl daye êrişî keştiyekê bike.

Berê vê bûyerê, hûtî xwestibûn bi fuzeyan êrişî heman keştiyê bikin lê du fuzeyên balîstîk ji aliyê hêzên amerîkî ve hatibûn xistin.

Tê ragihandin, ji meheke zêdetir e 23 keştî nêzîkî peravên Yemenê rastî êrişî tên.

Îran keştî şandin herêmê

Hêzên Deryayî yên Îranê di daxuyaniya derbarê mijarê de got, komeke keştiyên şer tevlî destroyerekê berê xwe dane peravên Yemenê.

Di vê navberê de, Îrana ku destekê dide hûtiyan, keştiyên şer şandin herêma aloziyê.

Biryara şandina keştiyan di roja serdana berdevkê hûtiyan a Tehranê de hat ragihandin.

Hêzên Deryayî yên Îranê di daxuyaniya derbarê mijarê de got, komeke keştiyên şer tevlî destroyerekê berê xwe dane peravên Yemenê.

Navenda aloziya li Derya Sor Tengava Bab el Mendebê ye. Firehbûna tengavê 29 km ye û lewma jî hûtî bi hêsanî dikarin êriş bibin ser keştiyên bazirganiyê. /Harîte: Globalsecurity.org

Bawerî ev e, bi hatina keştiyên Îranê wê Derya Sor veguhere navendeke din a aloziya di navbera Amerîka û Îranê de.

Derya Sor yek ji rotayên giring ên bazirganiyê yê cîhanê ye.

Bazirganiya bi riya vê rotayê tê kirin % ji 12yê hemû bazirganiya cîhanê pêk tîne.

Infowelat

Foto: Keştiyeke kargoyê ya di rotaya Derya Sor re derbas dibe. /X.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …