Arşîvên Tag: jin

Jinên Greenlandê ji Denmarkê tezmînatê dixwazin

67 jinên ji Greenlandê ji ber rêbazên kontrola zayinê ji Denmarkê temînatê dixwazin. Denmark di salên 1960 û 1970’yan de projeya kontrola nifûsa Greelandê meşandibû. 4,500 jinên Inuitî ji ber rêbazên doktorên Denmarkî bi kar anîbûn nema bûbûn xwedî zarok. Jinên Inuitê yên li Greenlandê ji Denmarkê doza tezmînatê dikin. …

Bêtir »

Parlamentoya Ewrûpayê biryarekê li ser mafên xweciyan girt

Di demên dawî de rewşa gelên xwecî yên cîhanê bêtir dikeve rojeva welatên Rojava. Cara dawiyê mijara gelên xwecî di Parlamentoya Ewrûpayê (PE) de bû. Parlamentoyê di 3’yê Tîrmehê de bi biryarekê qebûl kir ku gelên xwecî yên cîhanê rastî binpêkirinên mafan dibin. Biryara ku ji aliyê endamê parlamentoyê raportor …

Bêtir »

Parlamentoya Portekîzê kuştina siyasetmedarên kurd şermezar kir

    Parlamentoya Portekîzê kuştina sê siyasetmedarên kurd ên li Şirnexê şermezar kir. Ji bo bîranîna her sê siyasetmedaran endamên parlamentoyê deqeyekê rêz girtin. Li ser pêşniyaza Bloka Çep, roja Înê Parlamentoya Portekîzê kuştina Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar şermezar kir. Her sê siyasetmedarên kurd kurtedemek berê li …

Bêtir »

Konferansa jinên Êzîdî li NY’yê

    Li Neteweyên Yekbûyî bi serenava, “Azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovatiyê ye” konferansek hat lidarxistin. Konferans di 19’yê Hezîranê li şaxa NY’yê ya li Cenevê bi sponsoriya Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ), Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, Tevgera Jinên Kurd a Ewropa, Meclîsa Jinên Êzdî Bêrîvan û saziya …

Bêtir »

Tevgera xwecî ya Conamaqê ya Bolîvyayê: “Em xwe nafirojin ti hikumetekê an partiyeke siyasî”

      Tevgera xwecî ya Conamaqê ya Bolîvyayê niha tevgera herî girîng a ji bin e ku polîtîkayên hikumeta Evo Morales û Tevgera Ber bi Sosyalîzmê ve (MAS) rexne dike ye. Ji ber vê sekna wan a mixalif, hikumet endamên Conamaqê di Kanûna derbasbûyî de bi êrîşekê ji ofîsên …

Bêtir »

Rosa Luxemburg (1871-1919) 15’ê Çileyê salvegera kuştina teorîsyenê Marksîst, fîlozof û şoreşgera alman Rosa Luxemburg’e. Luxemburg di 1871’an de li Zamoch’a li Polonyayê wekî endamekî malbateke cihû hat dinyê. Ji ber xebatên xwe yên şoreşgerî Luxemburg cezayê girtîgehê girt û mecbûr ma ku derbasî bajarê Zurichê ya Swîsreyê bibe. Luxemburg li wir aboriya polîtîk xwend û ji aliyekî ve jî xebatên xwe yên şoreşgerî domand. Şoreşgera mezin, di 1898’an de tevlî Partiya Sosyal Demokrat a Alman bû û di nava vê partiyê de dest bi nivîsên xwe yên şoreşgerî kir. Di 1918’an de tevlî Karl Liebnecht Partiya Komunîst a Alman damezrand û ji bo şoreşeke alman xebatên xwe kûr kir. Mixabin di 1919’an de Luxemburg û du hevalên wê ji aliyê leşkerên artêşa alman ve hatin girtin. Piştî lêpirsînê Luxemburg û Liebnecht hatin kuştin û leşkeran cendekên wan avêtin çemekê. Dema hat kuştin Rosa Luxemburg 48 salî bû.

Bêtir »