Jinên Estonyayê ji mêran kêmtir qezenc dikin

Mesafeya di navbera heqdestên jin û mêran de 17.7 ji % zêde bû.

Fînans û sîgorte du sektorên li pêş in ku herî zêde newekhevîtiya zayendî lê pêk tê.

Di her du sektoran de cudahiya zayendî ya heqdestê 32.9 ji % ye.

Estonya di warê wekheviya aborî ya zayendî de paş ve diçe.

Mesafeya di navbera heqdestên jin û mêran de 17.7 ji % zêde bû.

Agahiya li ser mijarê ji aliyê Îstatîstîk Estonyayê ve welêt hat ragihandin.

Saziyê diyar kirin, di 2022’an de cudahiya zayendî ya heqdestê 2.8 bilind bûye.

Fînans û sîgorte du sektorên li pêş in ku herî zêde newekhevîtiya zayendî lê pêk tê.

Di her du sektoran de cudahiya zayendî ya heqdestê 32.9 ji % ye.

Firotina tomerî, xizmet û manûfaktûr sektorên din in ku newekhevîtiya aborî lê zêde ye.

Saziya Estonyayê da zanîn, qezenca jinan a di sektorên transporkirin û ya depokirinê de ji mêran zêdetire.

Cudahiya zayendî ya heqdestê di navbera 2013-2021’an de 9.9 ji % kêm bûbû.

Lê daneyên 2022’an careke din meseleya wekheviya aborî ya di navbera jin û mêran de kir mijareke rojeva Estonyayê.

Aboriya pêşketî û dahata zêde 

Estonya di nava komawelatan  a aboriya pêşketî ya dahata zêde de cî digire.

Estonya welatekî li peravê Deryaya Baltik e û tevlî Lîtwanya û Letonyayê yek ji Welatên Baltikê tê qebûlkirin.

Welat endamê Yekitiya Ewrûpayê ye û nifûsa wê 1.4 milyon e.

Estonya ji aliyê aborî ve welatekî pêşketî ye û di nava komawelatan  a aboriya pêşketî ya dahata zêde de ye.

Di lîsteya Indeksa Pêşketina Însanî de rêza Estonyayê 31. e.

Infowelat

Foto: Estonya û cîranên wê /Harîte: Althistory.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …