Têkoşêra jin a Amazîx di girtîgehê de ye

Lîdera jin a Amazîx Kamira Nait Sid hîn jî li Cezayirê di girtîgehê de ye.

Dadgeha Cezayirê di Tîrmeha 2023’an de 3 sal cezayê girtîgehê ya Nait Sid erê kiribû.

Cezayir zilma siyasî ya li dijî aktîvîstên Amazîx didomîne.

Lîdera jin a Amazîx Kamira Nait Sid hîn jî li Cezayirê di girtîgehê de ye.

Digel hemû hewldanên li welêt û li qada navneteweyî, dadgehê di Tîrmeha 2023’an de cezayê Nait Sid erê kiribû.

Lewma wê aktîvîsta mafên Amazîxê 3 sal di girtîgehê de bimîne.

Dadgeha Cezayirê, Kamira Nait Sidê bi “endamtiya rêxistineke terorîst” û “bi wergirtina fonên navneteweyî ya ji bo propagandaya siyasî” sûcdar kiribû.

Kamira Nait Sid ji 2015’an û vir ve hevseroka Kongreya Amazîx a Cîhanê ye.

Kongre saziyeke sivîl e û ji bo mafên mirov ên gelê Amazîx têkoşînê dimeşîne.

Di 2022’an de Koma Xebatê ya Destgîrkirinên Kêfî ya Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû, Cezayir ji bo girtina jina têkoşêr têra xwe sebeb nîşan nedaye.

Kamira Nait Sid ligel xebatên xwe yên sivîl û polîtîk, ji bo mafên jinê j xebatan dimeşand.

Jina Amazîxî yek ji damezrînera Komeleya Jinê Bihara Reş bû ku navenda wê li Barselonayê ye.

Nûnerên Amazîxî yên li derveyê welêt, hewl didin tevlî doza Kamira Nait Sidê, zilma Cezayirê ya li dijî tevgera Amaxîz têxin rojeva cîhanê.

Doza Self-Determînasyonê

Tevgera Self-Determînasyonê ya Kabîlyayê (MAK) radigihîne, 500 endamên wê di girtîgehên Cezayirê de ne.

Ev rêxistina ku di 2003’an de ji bo otonomiya Kabîlyayê hat damezrandin.

Rêxistin di nava demê de pozîsyoneke radîkal hilbijart û doza serxwebûna Kabîlyayê kir.

Kabîlya welatê Amazîxên li Cezayirê ye. MAK doza serxwebûna welêt dike. /Harîte: Nationalia

Kabîlya herêmeke li bakurê Cezayirê ye ku wekî warê miletê Amazîx tê qebûlkirin.

Berfirehbûna herêmê 25,000 km2 ye û nifûsa wê 3.5 milyon e.

Infowelat

Foto: Kamira Nait Sid/Nationalia 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …