Bajarên Amerîkaya Başûr û wekheviya zayendî

Li gorî lêkolînekê, bi tenê 11 ji % şaredarên bajarên mezin ên vê Amerîkaya Başûr jin in.

Li vê parzemînê, şaredarên jin herî zêde li Kuba û Nikaraguayê li ser kar in.

Li Amerîkaya Latîn jin di siyaseta lokal (xwecîhî) de têra xwe cî nagirin.

Hejmara şaredarên jin ên li vê parzemîna ku ji 14 welatan pêk tê gelek kêm in.

Ev agahî di encama lêkolîneke malpera City Mayors hate eşkerekirin.

Lêkolîn nîşan dide, bi tenê 11 ji % şaredarên bajarên mezin ên vê parzemînê jin in.

Berî rêjeya şaredarên jin ên ji bo heman bajaran bi qasî 15 ji % bû.

City Mayors vê lêkolînê li ser 80 bajarên li Amerîkaya Latîn ku nifûsa wan di ser 500,000 de ye kiriye.

Paytextên wekî Bogota, Santiago de Chile û Montevideo ji aliyê şaredarên jin ve tên birêvebirin.

Brazîl bi 3 şaredarên jin di serê vê lîsteyê de ye.

Li Arjantîn, Kolombiya, Şîlî, Ekwador, Uruguay û Bolîvyayê bi tenê li yek bajarek mezin jinek şaredar li ser kar e.

Paytextên wekî Bogota, Santiago de Chile û Montevideo ji aliyê şaredarên jin ve tên birêvebirin.

Li vê parzemînê şaredarên jin herî zêde li Kuba û Nikaraguayê li ser kar in.

Rêjeya şaredarên jin ên li van her du welatan li derdora 40 ji % ye.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …