Arşîvên Tag: hîndîstan

Hevkariya Stratejîk a Fransa û Hîndistanê

Serokwezîrê Hîndistanê Modi ji bo tevlî pîrozbahiyên 14’ê Tîrmehê yên komarê bibe, hate Fransa’yê. Her du alî bi minasebeta vê serdanê peymanên nû yên bazirganiya çekan mor kirin. Hîndistan wê di berdêla 4.5 milyar dolaran wê 3 noqavên Scorpene ji Fransayê bikire. Hîndistan û Fransa hevkariya di navbera xwe de …

Bêtir »

Îmran Xan: Çima Pakistan ji Rûsyayê gazê nakire?

Îmran Xan di mîtînga dawî de polîtîkaya enerjiyê ya Pakistanê rexne kir Xan vê pirsê kir: Çima  Pakistan wekî Hîndistanê ji Rûsyayê gaza erzan nakire? Lîderê Pakîstanê Îmran Xanê ku ji kar hatibû daxistin, rojên dîsa lez dide ajîtasyona xwe ya siyasî. Navenda mîtînga dawî, duyemîn bajarê mezin ê Pakistanê …

Bêtir »

BJP Keşmîrê tev dide

Di salvegera Şerê Kargilê de li Keşmîrê çalakiyeke xetere hate lidarxistin Partiya netewpereestiya hîndû BJPê îmzeya xwe avêt binê vê çalakiyê Alên kesk, sor û spî yên Hîndistanê û bi sedan ajovanên fanatîk ên motoksîkletan… Li Srînagara li paytexta Keşmîrê ku navenda aloziya ne çalakiyeke nîqaşbar hate lidarxistin. Berpirsê vê …

Bêtir »

Neteweperestiya Hînd û Betalkirina Statuya Keşmîrê

Keşmîr welatekî berfireh e ku di navbera 3 dewletan de hatiye parvekirin. Parçeya herî mezin ku ji % 43’ê erdên welêt pêk tine, di bin kontrola Hîndîstanê de ye. Pakîstan ji % 37 û Çîn jî ji % 20’ê Keşmîrê kontrol dike. Hîndîstan xwedî cîhêrengiyeke pir mezin a etnîk, olî …

Bêtir »

Nagalim têkoşîna rizgariyê didomîne

Nagalim welatekî li başûrêrojhilata Asyayê ya di navbera Çîn, Hîndîstan û Myanmarê de ye. Ji ber vê rewşa xwe ya cografîk, piştî rizgariya ji destê kolonyalîzmê, Hîndîstan û Çîn xwestine li vî welatî bibin serdest. Hemû erdên Nagalim digihîje 120,000 km2 û nifûsa gelê naga li derdora 4-5 milyonî tê …

Bêtir »

Hîndîstan bi serhildêrên Nagalandê re li hev kir

Hikumeta Hîndîstanê bi yek ji rêxistineke çekdar a herî mezin ku ji bo serxwebûna Nagalandê şer dike, peymana aştiyê îmze kir. Bi vê peymanê, pevçûna li eyaleta Nagalandê ku 60 sal in didome wê bê bidawîkirin. Peymana aştiyê ya dîrokî di 4’ê Tebaxê de ji aliyê Serokwezîrê Hîndîstanê Narendra Modi …

Bêtir »

Federalîzm wê problema Nagalandê bi dawî bike

    Hevdîtınên di navbera hikumeta Hîndîstanê û rêxistina çekdar NSCN-IM (Konseya Sosyalîst a Neteweyî ya Nagalandê-Isak Muivah) de piştî heşt mehên din hefteya buhurî hat lidarxistin.  Tê hêvîkirin ku wê hevdîtin di meha Îlonê de bigihîje asta we ya herî girîng ku tê de pirsgirêka Nagalandê bê çareserkirin. Çavkaniyeke …

Bêtir »

Li Hîndîstane êrîşa bodoyên serxwebûnxwaz

    Li eyaleta Assam a li bakurêrojhilatê Hîndîstanê, serxwebûnxwazên bodo li dijî kêmara misilman êrîşeke bi xwîn pêk anîn. Di êrîşa di 1’ê Gulanê pêk hat de li gundên Narayangurî û Kagrabariyê ku her du jî li herêma Bodo cî digirin, 32 gundî hatin kuştin. Hikumeta eyaleta Assamê piştî …

Bêtir »

Li Hîndîstanê eyaleteke nû hat damezrandin

    Parlamentoya Hîndîstanê Lok Sabha di 18’yê Sibatê de qanûna ji bo damezrandina eyaleta Telanganayê qebûl kir. Qanûna nû ku bi piştevaniya wekîlên Partiya Kongreya Hîndîstanê ya li îktîdarê hat qebûlkirin, wê ji bo erêkirinê ji senatoyê re (Rajya Sabha) û paşê jî ji serokwezîrê federal re bê şandin. …

Bêtir »

Gundiyên li Hîndîstanê şîrketa brîtanî têk birin

    Eşîra Dongria Kondh a li eyaleta Orissa ya lı Hîndîstanê, li hember şîrketeke brîtanî ku dixwest li ser axa wê madenê derxe, serkeftinekê bi dest xist. Ji ber têkoşîna endamên eşîrê, şîrketa Vedanta Resources mecbûr ma ku pîlanên xwe yên ji bo herêmê betal bike. Piştî têkoşîna serfiraz …

Bêtir »

Siyaseta Hîndîstanê partiyeke nû naskir

    Di hilbijartina ji bo parlamentoya herêma paytexta Hîndîstanê New Delhiyê de partiyeke nû serfiraziyeke mezin bi dest xist. Partiyê, di riya avakirina partiyeke alternatîf a li hember sîstema sîyasî ya hînd de hêviyeke mezin da civaka Hîndîstanê. Di hilbijartina New Delhiyê de ku di 4’ê Kanûnê de hat …

Bêtir »

Her ziman dîtineke yekta ya cîhanê ye

Hîndîstan bi cihêrengiya xwe ya zengîn tê naskirin lê welat heta niha nebûye xwedî tomareke tam a zimanên xwe. Lêkolîna Ziman a Gel a Hîndîstanê (PLSI) ya xwedî îdîa ye ku projeyeke ku bi armanca tomarkirina her zimanê zindî yê li welat di 2010’an de hatibû destpêkirin, bi dawî bû. …

Bêtir »

Li Hîndîstanê di 50 salên dawî de 250 ziman mirin

Cîlda yekemîn a lêkolîna li ser zimanên Hîndîstanê di 5’ê Îlonê de ku 125’emîn jidayikbûna feylesofê hîndî Dr. S. Radhakrişnan ku di heman demê de duyemîn serokê Hîndîstanê bû, hat weşandin. Lêkolîna ku ji 35,000 rûpelan û 50 cîldan pêk tê, wê gav bi gav bê weşandin. Li gorî encamên …

Bêtir »