‘Tîbeta Biçûk’ ji Hîndistanê otonomîyê dixwaze

‘Tîbeta Biçûk’ Ladak ji Hîndistanê otonomîyê dixwaze.

Sebebên esasî yên pêdivîya otonomîyê, parastina ekosîstem û çanda tîbetî ya Ladakê ye.

Herêma Ladakê ku wekî ‘Tibeta Biçûk’ tê pênasekirin, ji Hîndistanê otonomiyê daxwaz dike.

Welatîyên li herêmê ji meha sibatê û vir ve çalakîyên girseyî li dar dixin.

Avakirina eyaletekê an herêmeka xwedî statûya otonomîyê daxwazên sereke yên herêmê ne.

Sebebên esasî yên pêdivîya xwerêvebirinê, parastina ekosîstem û çanda tîbetî ya Ladakê ye.

Hîndistan di salên dawî de bi projeyên bendav û rêyên bejahîyê zirareke mezin dide xwezaya herêmê.

Armanca rêyan hem ewlekarî ye û hem jî entegrekirina aborîya herêmê ya bi Hîndistanê ve ye.

Hîndistan bi vê xebatê dixwaze pêşî li armancên Çînê yên ji bo herêmê bigire.

Parçeyeka Ladakê bi navê Aksai Çîn di bin kontrola Çînê de ye û rêveberîya Pekînê dixwaze erdên di destên xwe de berfireh bike.

Alozîya li ser sînorê Ladakê di 2020an de veguherîbû şerê di navbera her du alîyan de û Çîn parçeyeka erdên herêmê dagir kiribû.

Paşxaneya meseleya Ladakê

Ladak herêmeka çiyayî ya li bakurê Hîndistanê ye û nifûsa wê 300,000î ye.

Ladak heta 2019an parçeyeka eyaleta Jammû-Keşmîrê bû.

Nexşeya Ladakê û herêmên dagirkirî yên Keşmîrê/Wikimedia Commons

Ladak herêmeka çiyayî ya li bakurê Hîndistanê ye û nifûsa wê 300,000î ye.

Herêm di navbera xwe de li du jêr-herêman tê parvekirin ku paytexta wan Leh û Kargî ye.

Piranîya nifûsa li Lehê bûdîst in û Kargîl piranî misilman e.

Tevlî vê jî, bawermendên her du olên cuda ji bo otonomîyê bi hev re hevkarîyê dikin.

Ladak heta 2019an parçeyeka eyaleta Jammû-Keşmîrê bû.

Lêbelê hukumeta netewperest a Narendra Modi di vê salê de dawî li statuya Jammu-Keşmîrê anî bû.

Modi soza otonomîyê dabû Ladakê lê serokwezîrê Hîndistanê soza xwe pêk neanîbû.

———————————-

Foto: Yek ji çalakîya mezin a ji bo otonomîyê di sibatê de li Kargilê hat lidarxistin./The Wire 

Infowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan hat pîrozkirin

Li gelek bajaran bi boneya Cejna Zimanê Kurdî aktîvîteyên weke konser, atolye, dengbêjî û xwendina …